10 trafo li Reqayê danîn

Rêveberiya Xweser 10 trafo li Reqayê danîn. Li gorî rayedaran dê sala bê li tevahiya bajêr trafo bên danîn.

10 trafo li Reqayê danîn
14 kanûn, 2023   09:29
REQA
MIHEMED XELÎL

Ji bo sivikkirina zextê li ser trafoyên kehrebeyê yên li Reqayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 trafo ji bajêr re peyda kirin. 

Trafo wiha hatin belavkirin; 2 trafo li taxa sêgoşe ya El Ecîlî ya naverasta bajêr, 6 trafo li sûka bazirganî ya kolana El Emasî, li navenda El Merîmînî (Taxa El-Sînaa) trafoyek û trafoyek li Taxa Kurdî hatin bicihkirin.

Hevserokê Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Mihemed El Ebdullah têkildarî mijarê got: “Armanca projeya nû xurtkirin û destekdayîna sektora kehrebeyê ye û ji bo sivikkirina barê trafoyan e, di encama zêdebûna şêniyan li wan herêman û bikaranîna zêde ya kehrebeyê di nava bajêr de rû didin.”

El Ebdullah wiha domand: “Sala bê, dê li gorî derfetan li tevahiya bajêr trafo bên bicihkirin.”

(şx)

ANHA