ˋArmanca dewleta Tirk wêrankirina binesazî û koçberkirina şêniyan eˊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê hedefgirtina depoya avê ya li gundewarê Tirbespiyê de diyar kir ku armanca dewleta Tirk binesaziyê wêran bike û şêniyên resen koçber bike.

ˋArmanca dewleta Tirk wêrankirina binesazî û koçberkirina şêniyan eˊ
20 ÇILE, 2025   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker depoya avê ya li gundê Hemara yê gundewarê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kiribû.

Der barê bombebarankirinê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin balafireke bêmirov depoya avê ya li gundê Hemara yê gundewarê bajarê Tirbespiyê bombebaran kir, di encama zirarên bûne de depoya ku av dida gundiyan ji xizmetê derket.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn careke din ji raya giştî re diyar dikin ku niyet û armancên dewleta Tirk a dagirker êdî aşkera ne. Wê êrişên xwe fireh kirine. Avahî, depoyên avê û navendên xizmetguzariyê hedef digire. Ev yek nîşan dide ku armanca wê wêrankirin û xerabkirina bensaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wêrankirina aborî û koçberkirina şêniyên wê yên resen e."

(fr)