ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ

Jinên beşdarî çalakiyên 8ˊê Adarê bûne diyar kir ku divê her roj bibe Roja Jinan a Cîhanê û li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê were bilindkirin.

ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ
ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ
ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ
ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ
ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ
ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ
ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ
ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ
ˊEm her rojê bikin Roja Jinan a Cîhanêˊ
6 adar, 2024   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantonên Dêrazor û Reqayê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8ˊê Adarê çalakî hatin lidarxistin.

DÊRAZOR

Bi diruşma ˊBi vîna jina azad, em siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibinˊ jinên li rojhilatê Dêrazorê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek li dar xist. Çalakî li bin konê li qada meclisa gel a navçeya Sosê hatiye vedan bû.

Di şahiyê de bi dehan jin û endamên saziyên sivîl û meclisên herêmî bi cilên xwe yên taybetiya her herêmekê beşdar bûn, li kêlek wê endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şêx û rûspiyên eşîran beşdaran bûn.

Hevseroka Yekitiya Cotkaran a rojhilatê Dêrazorê Emel El Mihemed bi xêrhatina beşdaran kir û 8ˊê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.

Hevseroka Meclisa Gel a Hecînê Ayde El Colan jî li ser navê Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya axivî û got: "Jiyan jin e, em jî jinê weke welat dihesibînin. Kî ji jinê hez neke ji welat hez nake."

Hevseroka Meclisa Bajarokê Ebû Hemam Îman El Hemîd jî axivî û got: "Ne ji jinê bûya ronasans û şaristanî tune bû."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat Siûd El Mihêmîd 8ˊê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.

Her wiha serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî axivî û got: "Em bi vê boneyê serbilind in û fedakariyên jinê ji dîrokî de dane pîroz dikin."

Dûre komên Komeleya Sosê ya Perwerdê, Komeleya Hecîn a Perwerdê, Komeleya Ebû Hemam a Perwerdê şano pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina dîlanê, gerandina qewheya erebî, nanê sêlê, xwarinên gelêrî û xelatkirina endamên saziyên sivîl ên rojhilatê kantonê bi dawî bû.

REQA

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêxistinên Civaka Sivîl, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Kesk a Idlibê, Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên rêveber ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Rêveber a Reqayê, serdana kampa gundê Ebû Qibêi yê li Reqayê kir.

Piştî endamên saziyan kulîlk li jinên kampê belav kirin û 8ˊê Adarê li wan pîroz kir, endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Zenûbiya Buseyne Ebdo hêvî kir ku tevahî herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û koçber li warên xwe vegerin.

Li aliyekî din jî endama rêvebera Meclisa Jınan a Sûriyeyê Feyroz Xelîl 8ˊê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Bi taybet em vê boneyê li jinên Idlibê pîroz dikin. Em jinên Reqayê ji wan destek, hêz û vînê werdigirin. Ji ber ku, ruxmî êş û zehmetiyan, ew vîna jina têkoşer temsîl dikin."

(fr)

ANHA