ˊDewleta Tirk mafên jiyanê li Efrînê bin pê dikeˊ

Rêxistinên hiqûqî û mirovî der barê sûcên li dijî jinan li Efrîna dagirkirî pêk tên de civata navneteweyî di aliyên qanûnî û exlaqî de berpirsiyar girt û got cezayên ketober ên li dijî jinên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin binpêkirina mafên mirovan e.

ˊDewleta Tirk mafên jiyanê li Efrînê bin pê dikeˊ
14 ÇILE, 2024   12:33
QAMIŞLO

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêrs kirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî 2 jinên revandine cezayên darvekirinê birîn û li dijî hin jinên din jî cezayê muebetê birîn.

Der barê mijarê de Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan û Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê der barê şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan li herêmên dagirkirî de daxuyaniyeke hevbeş da û di daxuyaniyê de saziyên civaka sivîl, saziyên hiqûqî û Kongra Star jî beşdar bûn.

Daxuyanî li pêş avahiya Komseriya Kar û Barên Penaberan a NYˊyê ya li Qamişoyê hate dayîn. Beşdaran pankartên ˊNa ji qetilkirina jinan reˊ, ˊNa ji girtina ketober reˊ, ˊNa ji cezayê darvekirinê reˊ û wêneyên jinên Efrînê yên revandinî hildan.

Endama rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Şêrîn Colî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ji zêdetirî 5 salan ve xelkê li herêma Efrînê ya dagirkirî ya Sûriyeyê di sûcên çewsîner û nijadperestî re derbas dibe, komên çekdar ên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker kiryarên xerabkirinê, dizîn, koçberkirina welatiyan, hilweşandina malak, desteserkirina mal û milkan, wêrankirina xwezayê, qutkirina darên zeytûnê û hilkirina wan pêk tîne. Ew yek binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovî û mafên mirovan e. Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê sûcên girtin, revandin, îşkencekirina jin û keçan li Efrîna dagirkirî pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê dawiyê de rêxistinên hiqûqî di raporên xwe de anîbû ziman ku rewşa jinan li herêma Efrînê di xeteriyê de ye û jinên Kurd ên di navendên girtinê û girtîgehan de di binpêkirinan re derbas dibin.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya taybet bi Sûriyeyê di Îlona 2021ˊê de raporek belav kir û di raporê de tê gotin ˊArtêşa Nîştimanî ya Sûrîˊ jin û keş girtine, wan îşkence, tecawîz dike, di encamê de zirarên fîzîkî û derûnî li dijî wan pêk tîne.

Li gorî Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî, binpêkirinên li dijî jinan li Efrînê li gorî qanûna sûcan a navneteweyî û peymana Civînê ya 4ˊan a 1949ˊan dikevin xana sûcên şer.

Di daxuyaniya rêxistinan de hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê li dijî jinan li Efrînê, girtin û tecawîzkirina wan binpêkirina mafên Ragihandina Mafên Mirovan a Cîhanê ye anku binpêkirina mafên jiyanê ye.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker, tevî Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî ku ew jî sîwana siyasî ya komên çekdar re, li kêlek wê jî serekên van koman berpirsê sûc û binpêkirinên li Efrîna dagirkirî ne.

Li kêlek wê jî rêxistinan di daxuyaniya xwe de anî ziman ku civata navneteweyî der barê sûcên li dijî xelkê Efrînê bi taybet li dijî jinan berpirs e, ji ber ku bêdengiya wan li ser van sûcan nîşaneya hevkariyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan û Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê bang li Desteya NYˊyê ya Jinan Desteya NYˊyê kir ku van sûcên li dijî jin û keçan li Efrîna dagirkirî bi dawî bikin, her wiha bang li rêxistinên hiqûqî yên xwecihî, herêmî û navneteweyî hate kirin ku bi erkên xwe li hember şêniyên li Efrînê rabin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê aşkera bikin.

(fr)