Li Amedê bi hezaran kes diçin ser sindoqan
Li Amedê bi hezaran kes ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê diçin ser sindoqan.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û yên meclisa giştî ya bajar li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe.
Yek ji navendên ku sindoq lê hatine danîn jî Amed e. Bernamzetên navçeyan beriya pêşhilbijartinê xwe dan naskirin û projeyên xwe vegotin. Piştre jî dengdayîn dest pê kir.
Tê payîn ku heta êvarê derdora 20 hezar delegeyan dengên xwe bidin. Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 jê jin bi giştî 15 bernamzet hene.
BAJARÊ NÛ
Li navçeya Bajarê Nû yê Amedê sindoqên hilbijartinê li Eywana Dawetan a Kaplanê ya li Qada Stasyonê hate danîn. Ji serê sibehê ve bi hezaran delegeyan berê xwe dan eywanê. Eywan, bi alayên DEM Partiyê hate xemilandin. Ji bo hevşaredariya navçeyê 4 jê jin bi giştî 16 bernamzet hene.
PEYAS
Li navçeya Peyasê jî 5 jê jin bi giştî 16 bernamzet dê bikevin pêşpirkê. 24 sindoq, li Eywana Dawetan a Zîrveyê hatin danîn û dengdayîn dest pê kir. Tê payîn ku 4 hezar û 500 delege dengê xwe bidin.
REZAN
Pêşhilbijartina li navçeya Rezanê jî li Eywana Dawetan a Geterlerê tê lidaxistin. 5 jê jin bi giştî 22 namzet hene. Li vir jî dê 3 hezar û 500 delege dengê xwe bidin.
Her wiha dê piştî nîvro li gelek bajaran ji bo tûra duyemîn deng bên dayîn.