ˊBandorên medyaya dîjîtal li ser civakê hatin nîqaşkirinˊ

Jinên Helebê di atolyeyekê de bandorên erênî û neyênî yên medyaya dîjîtal li ser jin, malbat û ciwanan nîqaş kir.

ˊBandorên medyaya dîjîtal li ser civakê hatin nîqaşkirinˊ
ˊBandorên medyaya dîjîtal li ser civakê hatin nîqaşkirinˊ
ˊBandorên medyaya dîjîtal li ser civakê hatin nîqaşkirinˊ
ˊBandorên medyaya dîjîtal li ser civakê hatin nîqaşkirinˊ
ˊBandorên medyaya dîjîtal li ser civakê hatin nîqaşkirinˊ
ˊBandorên medyaya dîjîtal li ser civakê hatin nîqaşkirinˊ
ˊBandorên medyaya dîjîtal li ser civakê hatin nîqaşkirinˊ
2 gulan, 2024   17:12
HELEB

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Helebê bi navê ˊBandorên medyaya dîjîtal li ser jin malbat û ciwananˊ atolyeyek li dar xist.

Atolye li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya bi dehan jin, hat lidarxistin.

Di atolyeyê de rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Hena Kerdoş diyar kir ku şoreşa internetê cîhanê ji hev nêzîk kir û bi rêya teknolojyayê cîhan veguhast gunekî biçûk.

Hena Kerdoş li ser bandorên erênî û neyênî yên medyaya dîjîtal li ser ciwanan û rola dayikan di parastina malbatê de, axivî û got: "Ji bo ku nêrîn bi serbestî bên ser ziman, fikir bi rêya giştî re werin parvekirin navgînên peywendiyan hatine afirandin."

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Zelûx Hemo diyar kir ku herî zêde yên ku zirar ji ber medyaya dîjîtal dîtine ciwan in û ji bo guhertina vê rewşê Zelûx bang li malbatan kir ku li ser zarokên xwe çavdêr bin da ku wan ji windabûnê biparêzin.

Di dawiya axaftina xwe de Zelûx Hemo destnîşan kir ku perwerdekirina ciwanan erkê her dayikekê ye ku bi wan bide naskirin, internet çekekî dualî ye.

Di dawiya atolyeyê de beşdaran li ser mijarê nîqaş kir û destnîşan kir ku pêwîst e jin li vê berpirsiyariyê xwedî derkevin û civakê biparêzin.

(mh)

ANHA