ˋÎhtîmal e îro şandeyek Pakistanê bigihîje Tehranêˊ

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku têkiliya bi DYAˊyê re bi rêya Pakistanê piştî têkçûna danûstandinên roja yekşemê dewam kir û da zanîn ku îhtîmal e şandeyek Pakistanê îro bigihîje Tehranê.

ˋÎhtîmal e îro şandeyek Pakistanê bigihîje Tehranêˊ
15 nîsan, 2026   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Îran ragihand ku peywendiya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bi rêya Pakistanê piştî têkçûna danûstandina roja yekşemê çêbûne dewam kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî di civîneke çapemeniyê ya heftane de anî ziman ku "Ji roja yekşemê ve, dema şandeya Îranê vegeriyaye Tehranê, bi rêya Pakistanê pevguhertina gelek peyaman çêbû."

Beqaî diyar kir ku "Îhtîmal e îro şandeyek Pakistanê ji bo temamkirina danûstandinên li Îslamabadê pêk hatine bigihîje Tehranê."

(fr)