Li Mereşê êrîşî dibistanê hate kirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Mereşê li dibistanekê dengên guleyan hate bihîstin, polîs û tîmên tenduristiyê hatin sewqkirin. Waliyê Mereşê Mukerrem Unluer da zanîn ku di bûyerê de kuştî û birîndar hene.

Li Mereşê êrîşî dibistanê hate kirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
15 nîsan, 2026   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li bajarê Mereşê a Bakurê Kurdistanê dengê guleyan hate bihîstin. Gelek polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hate diyarkirin ku polîsên hêza taybet hatine sewqkirin.

Li gorî dîmenên ji cihê bûyerê hatine parvekirin, birîndarek li ser darbestê bi ambûlansê tê sewqkirin. Waliyê Mereşê ku têkildarî bûyerê axivî, da zanîn ku di bûyerê de kuştî û birîndar hene û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.