ˊAzadiya em dijîn bi saya Rêber Abdullah Ocalan eˊ

Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kir û bang li civata nacvneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

ˊAzadiya em dijîn bi saya Rêber Abdullah Ocalan eˊ
ˊAzadiya em dijîn bi saya Rêber Abdullah Ocalan eˊ
14 sibat, 2024   17:51
REQA

Endamên Akamadiyan, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li avahiya akademiyê kom bûn û beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Nivîsgeha Perwerdê ya Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê Beşîr El Nayif xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewlet aTirk a dagirker hewl da û hewl dide fikra neteweya demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, lê bi bin ket, ji ber ku vîna gelan ji balafirên wan bihêztir e.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji 3 salan ve dewleta Tirk nahêle ne parêzer ne jî malbat Rêber Abdullah Ocalan bibînin û li ser rewşa wî ewle bin, ev yek jî rêgezên mafên mirovan bin pê dike, hemû azadîxwazên li cîhanê banga serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan dikin. Ji ber ku bi rêya felsefeya wî azadî dîtin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin azadiya heyî bi saya Rêber Abdullah Ocalan e, her wiha şer, wêran, karesat, nezanî û teror bi sedema rejîmên desthilat e.

(fr)

ANHA