Lavrov: Ji bo normalîzekirina Şam û Enqereyê dê civînek bê lidarxistin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ragihand ku çaverê ye Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îran ji bo nîqaşkirina normalîzekirinê di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de di demeke pêş de civînekê li dar bixin.

Lavrov: Ji bo normalîzekirina Şam û Enqereyê dê civînek bê lidarxistin
31 tebax, 2024   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got çaverê ye di demeke pêş de ji bo lêkolînkirina normalîzekirinê di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îran civînekê li dar bixin.

Lavrov di kanaleke telefîzyonê de got bi kedeke mezin par gelek civîn bi beşdariya wezîrên parastinê, wezîrên karên derve û saziyên îstîxbaratê civîn hatin lidarxistin û di civînan de hewl li ser dan û standina têkildarî şertên dikarin pêk werin, hatin dayîn.

Lavrov destnîşan kir ku armanca wan di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de normalîzekirinê pêk bînin. Di van civînan de nûnerên ji Sûriyeyê, Tirkiye, Rûsya û Îranê beşdar bûn û dê ev yek di pêşerojeke nêzîk pêk were.

(fr)