'Zimanê Kurdî mîrasa dewlemend a Kurdan eˊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Tebqayê û Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê di 2 çalakiyên cuda de destnîşan kir ku zimanê Kurdî mîrasa dewlemend a Kurdan e û pêwîst e ew were parastin.

15 gulan, 2024   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Roja Zimanê Kurdî de, Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê semînerek li avahiya yekitiyê bi navê "Zimanê Kurdî û têkiliya wê bi zimanên kevnar re" da. Di semînerê de endamên yekitiyê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê beşdar bûn.

Di serî de lêkolerê zimanê Kurdî û nivîskarê Kurd Azad Berazî roja 15'ê Gulanê pîroz kir û got: "Pergalên desthilatdar li gorî berjewendiyên agahî bi me re parve dikirin. Kêm kesan di dîrokê de lêkolîn kirine. Yê ku şaristaniyên Rojhilata Navîn xwendibe dizane ku gelê Kurd di herêmê de tev gelên Ereb û Faris gelekî resen e. Ji binyad ve zimanê Kurdî ji zimanên Arî ye. Li gorî UNESCO'yê ji 360 zimanên cîhanê zimanê Kurdî yê 80'emîn e. Lê piştî belavbûna Îslamê hemû tîp bi tîpên erebî hatin guhertin.".

Girêdayî têkiliya zimanê Kurdî bi zimanên kevnar re Berazî got: "Kurd di aliyê şaristaniyê de li Kaşî, Lobî û Horiyan vedigerin. Zimanê Kurdî jî wek zimanên din girîng e û ji wan ne kêmtir e. Ji ber wê pêwîst e Kurd wê biparêzin."

TEBQA

Di heman çarçoveyê de Desteya Perwede û Fêrkirinê ya kantona Tebqayê bi dirûşma "Zimanê gelekî hebûn û rûmeta wî ye" şahiyek li dar xist. Şahî li Navenda Çandê ya kantonê bi beşdariya bi dehan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclis û desteyên wê, partiyên siyasî û Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar ket.

Di serî de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê Leyle Mihemed got: "Zimanê Kurdî mîrasa dewlemend a Kurdan e û gereke ew were parastin û ji bo nifşên bê were fêrkirin."

Leyle Mihemed wiha domand: "Zimanê Kurdî zimanê wêje, muzîk û huneran e. Ji bo Kurdan sembol û kultûr e. Gelekan hewl da wî tune bikin lê ew têk çûn."

Piştre şanoyek li ser zordestiya li ser pêkhateyan di dema dewletbûnê de, stran, govendên Erebî û şanoyek din bi navê "Zimanê me Nasnameya me ye" hatin pêşkêşkirin.

Li dawiyê hunermend Raman Mihemed stran pêşkêş kirin.

(mh)

ANHA