Zeydî: Serwerî tê wateya ku çek di destê dewletê de be

Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku bi dawîbûna erka hêzên hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, Iraq dikeve qonaxeke nû û got: “Serwerî tê wateya ku çek tenê di destê dewletê de be û axa Iraqê ji hêzên biyanî vala be.”

Zeydî: Serwerî tê wateya ku çek di destê dewletê de be
1 cotmeh, 2026   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Encumena Wezîran Elî Falih Zeydî, li ser dawîbûna erka hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê û parastina serweriya welat, daxuyaniyek belav kir.

Elî Zeydî got: “Werin em qonaxeke nû rabigînin ku tê de Iraq ji qada nakokiyan veguhere welatekî ku xwediyê temamiya biryara xwe be û ax û serweriya xwe biparêze. Serwerî tê wateya ku çek di destê dewletê de be û axa Iraqê ji hêzên biyanî vala be.”

Zeydî da zanîn ku Iraqiyan baceke giran a sebra xwe da û wiha got: “Çekên me li welatê me de zêde bûn heta ku di şûna ku Iraq ji bo zarokên xwe welatekî aram be, bû qadek ji bo yên din.”

Serokwezîrê Iraqê Zeydî spasiya merciyeta bilind a Iraqê kir ji bo helwesta wê ya yekdaker di parastina li Iraq û gelê wê de kir û wiha got: “Silav ji bo lehengên artêşa me, polîs, dijeteror, Heşdî Şeebî, Pêşmerge û hemû hêzên me yên çekdar û dezgehên me yên ewlehiyê. Ew hêzên niştimanî çekdarên xwe xistin bin fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, ev peyamek bû ku wan di pênava niştiman de şer kir.”

Elî Zeydî tekezî kir ku dewlet zarokên xwe piştguh nake, lê belê karîna wan di çarçoveya yasa û destûrê de ji nû ve bi rêk dixe û got: “ Wateya serweriyê eve ku çek di destê dewletê de, axeke Iraqê ya bêyî hêzên biyanî, biryarekî niştimanî ku nûnertiya her kesî bike. Wefadariya ji bo serweriyê daxwaz dike ku em serwet û dewlemendiya Iraqê vegerînin û dewlemendiya giştî biparêzin.”

Fermandarê Giştî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Bijî Iraqekî serwer û yekgirtî, bijî îradeya gelê wê yê mezin, serbilindî û rêz ji bo şehîdên Iraqê.”

Hêjayî gotinê ye ku duh Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî, Cehfer Husênî ragihand ku eniya wan pabendê tu lihevkirin an jî biryarên ji aliyê hikûmet yan jî aliyên siyasî ve were dayîn, nîne. Her wisa got ewê bi tu awayî çekan radest nekin.

Ev daxuyanî di demekê de bûn ku duh ango 30’ê Îlonê roja dawî ya ji bo jinûve rêxistinkirin û kontrolkirina çekan di destê dewletê de bû, lê ji bo Hezîrana sala 2027’an hat paşxistin.