Di seyareya ewlekariyê de li gundewarê Dêrazorê teqînek çêbû

Li ser kontrolê li gundewarê rojavayê Dêrazorê di seyareke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de teqînek rû da, di encamê de şewat derket, der barê zirar û hûrgiliyên teqînê de heta niha tu agahî nehatine dayîn.

Di seyareya ewlekariyê de li gundewarê Dêrazorê teqînek çêbû
1 cotmeh, 2026   12:02
DÊRAZORÊ

Çavkaniyên xwecihî û ewlehî yên li gundewarên Dêrazorê diyar kirin ku di hundirê seyareyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li xala kontrolê ya li bajarê Cezra El Bûhemîd a li gundewarê rojavayê Dêrazorê teqînek rû da.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de li cihê bûyerê şewat çêbûn, piştre kesên li deverê ew şewat vemirandin.

Têkildarî zirarên ku çêbûne û rewşa teqînê ti agahî nehatine parvekirin. Her wiha aliyên fermî jî ti daxuyanî nedane.

(sb)

ANHA