Zextên rejîma Îranê yên li ser jinên girtiyên siyasî dewam dikin

Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî dewam dikin, tê gotin fikarên mezin li ser bicihanîna cezayê darvekirina heşt jinên girtiyên siyasî derketine holê.

Zextên rejîma Îranê yên li ser jinên girtiyên siyasî dewam dikin
1 tebax, 2026   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Dîdeban derbarê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirina heşt jinên girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hişyariyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser heşt jinên girtiyên siyasî yên bi navên Pexşan Ezîzî, Zara Şehbazteberî, Nesîme Îslamzehî, Meryem Hodawend, Erxewan Felahî û Mehnaz Çardolî heye.

Hate destnîşankirin ku Werîşe Muradî û Bîta Hîmetî ku du jinên girtiyên siyasî ne û berê cezayê wan ê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Giştî ya Welat ve hatibû betalkirin, dîsa di bin metirsiya derçûna heman cezayî de ne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev heşt girtî di girtîgehên Evîn û Girtîgeha Navendî ya Reştê de tên girtin. Ev jin bi tohmetên siyasî û ewlehiyê yên mîna ‘bexî’ (serhildana çekdarî), “muharebe” (şerê li dijî xwedê) û tohmetên girêdayî xwepêşandan û çalakiyên siyasî rûbirûyî cezayê darvekirinê hatine kirin. Herwiha sê kes ji van girtiyan, di nav kesên ku di xwepêşandanên dawî de hatine girtin de ne.

Li gorî agahiyên rêxistinê, di dema lêpirsîna jinan de, binpêkirinên berçav hatine qeydkirin; wekî bêparbûna ji mafê parêzerê serbixwe, nediyariya pêvajoya dadgehkirinê û sepandina zorê ji bo girtina îtîrafan.