Lîsteya 500 malbatên ku dê vegerin Serêkaniyê amade bû

Komîteya Koçberên Serêkaniyê lîsteya navên 500 malbatên ku dê vegerin warê xwe, wergirt. Dê pêvajoya vegerê hefteya bê dest pê bike.

Lîsteya 500 malbatên ku dê vegerin Serêkaniyê amade bû
Lîsteya 500 malbatên ku dê vegerin Serêkaniyê amade bû
Lîsteya 500 malbatên ku dê vegerin Serêkaniyê amade bû
Lîsteya 500 malbatên ku dê vegerin Serêkaniyê amade bû
1 tebax, 2026   12:07
HESEKÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê lîsteya navên malbatên koçber ên ku dê vegerin warê xwe, ji şandeya serokatiyê wergirt. Di lîsteyê de navên 500 malbatan hene. Ev yek piştî ku beriya niha komîteyê lîsteyên malbatan radestî şandeyê kiribûn, pêk hat. 

Li gorî çavkaniyeke taybet ji ajansa me re diyar kiriye, lîsteya ku şandeyê radestî komîteyê kiriye, ji malbatên ji gundên di navbera Til Temir û Zirganê de û gundên li başûrê bajarê Serêkaniyê pêk tê.

Çavkaniyê destnîşan kir ku 140 malbat ji taxên El Meheta û El Ibra yên navenda bajarê Serêkaniyê ne, ev malbat dê di karwanê yekemîn de berê xwe bidin warê xwe.

Çavkaniyê da zanîn ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo nîqaşkirina mekanîzmaya vegerê civînek li dar xist, di heman demê de ji bo nîqaşa li ser pêşkêşkirina piştgiriyeke mirovî ji bo malbatan, civîneke din bi endamên komîteyê û nûnerên rêxistinên mirovî re çêkir.

Çavkaniyê diyar kir ku pêvajoya vegera malbatan dê hefteya bê dest pê bike.

(sb)

ANHA