Serokatiya rûhanî ya Durziyan komîteyên mirovî û qanûnî ava kirin

Serokatiya Rûhanî a Misilmanên Miwehidîn a Durziyên ji bo birêxistinkirina xebata hiqûqî, mirovî û parastina mafên şêniyan komîte ava kirin.

Serokatiya rûhanî ya Durziyan komîteyên mirovî û qanûnî ava kirin
26 tîrmeh, 2025   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Rûhanî ya Misilmanên Miwehidîn a Durziyên li Siwêdayê ya bi serokatiya şêx Hikmet El Hicrî îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo birêxistinkirina xebata hiqûqî û mirovî li parêzgehê û parastina mafên welatiyan komîteyên qanûnî û mirovî hatine avakirin.

Serokatiyê da zanîn ku avakirina komîteyan di çarçoveya îradeya xelkê Siwêdayê de ye û diyar kir ku "Armanc ew e ku tiştên hatine wêrankirin werin sererastkirin û siberoja gelê Siwêdayê were parastin."

Li gorî daxuyaniyê, komîteyên hatine avakirin in; Komîteya Bilind a Qanûnî, Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan û Tesbîtkirina Ziraran, Komîteya Pêşkêşkirina Giliyan, Komîteya Belavkirina Alîkariyan, komîteyên bijîşkî, olî û xizmetan.

 Serokatiyê diyar kir ku dadwer û parêzerên ku ji bo van mîsyonan hatine erkdarkirin, xwedî jêhatîbûn û ezmûnên pêwîst in ku dikarin bûyeran bi awayekî qanûnî belge bikin, parastina mafan misoger bikin û pêşî li tevliheviyê bigirin.

Ji 13’ê Tîrmehê ve li Siwêdayê di encama êrişan de aloziyeke mirovî heye. Li gorî SOHR’ê di encama van êrişan de nêzî hezar û 400 kes hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne.

(bb)