Parêzvanên Peravên Fransayê 157 penaber rizgar kirin

Parêzvanên Peravên Fransayê li nêzî Boulogne-sur-Mer 157 penaber ji qeyikeke şewitî rizgar kirin.

Parêzvanên Peravên Fransayê 157 penaber rizgar kirin
4 tebax, 2026   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberên Fransayê yên berpirsên Kanala Îngilîzî û Deryaya Bakur ragihand ku Parêzvanên Peravên Fransayê îro 157 penaber ji qeyikeke şewitî rizgar kirin. 

Li gorî rêveberên fransî, keştiya penaber dema hewl dida ji Kanala Îngilîzî li nêzî bendera Boulogne-sur-Mer derbas bibe, şewitî. Her wiha destnîşan kir 3 keştiyên Parêzvanên Peravê beşdarî xebatên rizgarkirinê bûn.

Beriya çend rojan jî 3 kes di qezayeke bi heman rengî de li heman kanalê jiyana xwe ji dest da.

Hikumeta Brîtanyayê bo kêmkirina rêwîtiyên neqanûnî yên penaberan li seranserê Kanala Îngilîstanê hevkariya xwe bi Fransa û hevkarên wê yên navneteweyî re ragihand.

(bb)