‘YPJ ji bo jinan hêz, nasname û azadî ye’

Jinên bajarê Kobanê diyar kir ku divê YPJ di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigire, ji ber ku YPJ ji bo hemû jinan hêz, maf, nasname û azadî ye.

‘YPJ ji bo jinan hêz, nasname û azadî ye’
5 nîsan, 2026   03:45
KOBANÊ

Seroka Desteya Jinan a Bajarê Kobanê Macîde Hesûn û hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Sara Xelîl der barê 4`ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abndullah Ocalan û damezirandina Hêzên Yekîneya Parastina Jin (YPJ) de ji ajansa me re axivîn.

‘JIN LI HEMBERÎ TUNDÎ Û DESTHILATDARIYÊ TÊ DIKOŞIN`

Seroka Desteya Jinan a Bajarê Kobanê Macîde Hesûn 4`ê Nîsanê li Rêber Abdullah Ocalan û hemû jinên têkoşer û berxwedêr pîroz kir û wiha got: “4`ê Nîsanê hem Rojbûna Rêber Abdullah Ocalane û hem jî damezrandina YPJ`ê ye. 4`ê Nîsanê roja vejîna mirovahiyê û bi taybet vejîn jinane. Ev roj rojeke gelekî girînge ji ber ku ev roj hêz, nasname û vejîna mirovahiyê. Têkoşîna ku YPJ`ê bi salane dide meşandin, ev jî têkoşîneke bê hempa bû û li hember her cûreyên tundiyê li hemberî desthilatdariyê li ber xwe li ber xwe dan û têkoşiyan."

Macîde Hesûn wiha pê de çû: “YPJ`ê li hemberî terora herî xeter ku cîhanê nikaribû li hemberî terorê bisekiniya, di şerê Kobanê YPJ`ê li hemberî terorê şer kir û ew tune kirin. Di kesayetên Arînan, Rêvanan, Avistan û Barînan wan canên xwe ji bo axa Kobanê feda kirin. Jinên YPJ`ê ji Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê re kir gor. YPJ`ê bi berxwedana xwe, xwe îsbat kir û ji cîhanê de bû sembola jina berxwedêr û têkoşer."

Macîdeyê di dewama axaftina xwe de got: “Dijmin her tim dixwaze îradeya jina têkoşer tune bike. Weke ku me dît di şerê beriya demekê de çawa ku çeteyan cenazeyên şervana YPJ`ê ji ber ban avtin erdê û keziyên jinên YPJ`ê qut kirin, ev yek diyar dike ku dijmin heta ji cenazeyên jinan dîsa ditirsin û ew dixwazin îradeya jinan tune bikin.”

‘SOZA ME BILINDKIRINA ASTA TÊKOŞÎNÊ HETA SEKEFTINÊ YE`

Macîdeyê anî ziman ku YPJ`ê bi hemû hêza xwe li hemberî desthilariyê têkoşîn dike ji bo ku cihê xwe di nava sîstemê de bigire û wiha got: "Dijmin her tim hebûna jin di nava sîstemê de qebûl nake, ji ber ku naxwaze têkoşîn û berxwedana jin derkeve pêş, lewra ew YPJ`ê di destûra Sûriyeyê de qebûl nakin. YPJ`ê hêza herî xurte wê heta dawiyê têkoşîn bikin û cihê xwe di destûra Sûriyeyê de bigire. Em wek jinên bajarê Kobanê soz didin ku em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe heta asta serkeftinê berdewam bikin, kes nikare li hemberî îradeya jinan berxwedêr û têkoşer bisekine."

Sara Xelîl jî 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelên cîhanê û bi taybet li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna nûbûna gelê Kurd e û ji gelê Kurd re vejînek bû û zayîneke nû bû. Em vê rojê ji xwe re wek vejînekê dibînin û bi coş pîroz dikin.”

‘DAMEZIRANDINA YPJ`Ê ENCAMEKE TÊKOŞÎNA AZADIYÊ JINAN BÛ’

Sarayê di dewama axaftina xwe de got: “Rêber Apo ew qas girîngî da jinan û ji bo ku jin bibe xwedî hêz. Ji ber ku jin bi salan di kole bûn û xwe nas nedikir û mafê jinê tine bûbû. Lê bi saya Rêber Apo jinê xwe nas kir û jin bû xwedî hêz, lewra di rojbûna Rêber Apo de YPJ’ê di sala 2013’yan de weke perçeyek ji têkoşîna azadiya jinê li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin û di nava demeke kin de bi berxwedana xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li tevahî dinyayê deng veda.”

Sarayê got: "YPJ`ê berxwedana bê hempa ya li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ne tenê şerekî leşkerî bû, di heman demê şerê azadî, nasname û rûmeta jinê bû. YPJ’ê ne tenê li Rojava, li tevahî cîhanê bû sembola têkoşîna berxwedan û azadiya jinan. Ev berxwedan ne tenê ji bo jin û gelên Rojava, ji bo tevahî jin û gelên cîhanê hêvî û daxwaza azadî û wekheviya civakî xurtir kir. Jinê di sîstema hevseroketiyê de cihê xwe girt û roleke xurt list. Yek ji van projeyên Rêber Apo ku jin xwe bi xwe bi rê ve bibe."

‘DIVÊ STATUYA YPJ’Ê DI DESTÛRA SÛRIYEYÊ DE WERE MISOGERKIRIN`

Sara Xelîl da zanîn ku heta roja îro YPJ`ê bi hêzeke herî xurt li hemberî dijmin têdikoşe û berxwedaneke bê hempa dide meşandin û wiha nirxand: "Jina ku li hemberî qirkirinê, zordariyê û li hemberî cureyên tundiyê sekinî, em jî wek jinên Kobanê em destekê didin projeya Rêber Apo û destekê didin hêzên xwe yên jin ji bo me berxwedana YPJ`ê nirxekî herî pîroze û divê êdî Cîhan jî vê qebûl bike. Em dixwazin cihê YPJ`ê di destûra Sûriyeyê de were qebûlkirin, ji ber ku YPJ hêz, nasname û azadiya tevahî jinan e.”