Fermandara YPJ'ê Dilbirîn Kobanê: YPJ artêşa tevahî jinan e

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Dilbirîn Kobanê bal kişand ser têkoşîna 14 salan a YPJ'ê û got YPJ li ser mîrasa dîrokî ya jinên Kurd hatiye avakirin û YPJ artêşa tevahî jinan e. Her wiha anî ziman ku dê têkoşîna wan a li hember hemû cureyên êrişan bidome.

Fermandara YPJ'ê Dilbirîn Kobanê: YPJ artêşa tevahî jinan e
5 nîsan, 2026   05:50
KOBANÊ

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Dilbirîn Kobanê, bi boneya salvegera damezrandina YPJ’ê bersiva pirsên ANHA’yê da. 

Girîngiya avakirina YPJ’ê di 4’ê Nîsanê de, çi bû?

Di serî de ez silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim û rojbûna Rêber Apo û salvegera avakirina YPJ’ê li mirovahiyê pîroz dikim. 4’ê Nîsanê ji bo me roja vejînê ye û ji bo me dîrokeke girîng e. Di vê rojê de girîngiya avakirina YPJ’ê çi bû? Bi xwe re çi anî? Ev xaleke pir girîng e. Bê guman YPJ li ser mîrasa jinên ku bi salan tê koşiyan, meşiya û berdêlên giran dane, bi pêş ket û ev têkoşîn û mîras ji xwe re kie mînak. Mirov nikare vê heqîqetê înkar bike. Berdewamkirina tekoşînê û avakirina artêşa jinan ew qas ne hêsan bû. YPJ’ê berdêlên pir giran dan û xwe ji bo berdêlan jî amade dike. Ji bo ku di civakekê de îrade û xwebûn bi pêş bikeve, pêwîst dike ku fedaiyên civakê hebin. Me di têkoşîna jinan de bi sedan mînakên vê dîtin. Jinên têkoşer, jinên ku zilmê qebûl nakin, jinên ku bi axa xwe ve, bi welatê xwe ve û bi civaka xwe ya xwezayî ve girêdayî, soza vê da. Ji bo vê çi berdêl pêwîst be, em ê bidin.

Pergalên desthilatdar helandina ku di civakê de bi pêş dixe, her wiha polîtîkayên ku li ser jinan tên meşandin, bi awayekî pir pisporane û kûr didin meşandin. Bi tenê mirovên zana dikarin vê yekê ji hev derxin, mirovên têkoşer dikarin vê ji hev cuda bikin. Wekî din ev ne karê her kesî ye. YPJ ji bo ku jin xwe nas bikinî pêşengiyê ji her kesekî re dike. Di erdnîgariyeke wekî Rojhilata Navîn de îro zindiyek jî nikare bê parastin bijî. Bi taybetî ji bo jinan ev xaleke sereke ye. Ger jinek xwedî zanebûna xwe ya parastinê be, dikare bi her şêwazê xwe biparêze. Ev rastî di têkoşîna bi pêşengiya jinên Kurd de diyar bû.

YPJ’ê bi derketina xwe bandoreke çawa li cîhanê kir?

Min di destpêkê de jî got; YPJ li ser mîrasa dîrokî ya jinên Kurd hate avakirin. Jinên Kurd ji destpêka dîrokê ve her tim bi qehremaniya xwe, bi fedakariya xwe û bi têkoşîna xwe pêşengî kiriye. Bi sedan jinên bi hevrêyên xwe re têkoşîna azadiyê kir û em jî li ser şopa wan têkoşîna xwe didomînin. Me têkoşîna wan berfireh kir. Ji ber ku me soz da wan jinan ku em ê rêya wan bişopînin û bigihînin serkeftinê. Vê yekî jî guhertinek di civaka me de çêkir. Şerê me yê destpêkê li hember DAIŞ’ê, bi şerê gel ê şoreşgerî bi pêş ket. Ev di civaka me de nûbûnek bû. Berê wê di civaka me de jinekê bi tenê nikarîbû biçe pêwîstiyeke xwe ya mirovî jî bi cih bîne. Lê îro YPJ’ê bandoreke wisa da avakirin ku gelek mirovên me bi destê keçên xwe girt, bi çek û rext xemilandin û tev li YPJ’ê kirin. YPJ kêlî bi kêlî û li hember hemû şert û mercên zehmet tê koşiya, heya gihaştê vê rojê. Ew dewletên ku bi giştî teknolojiya xwe û artêşa xwe bawer, dema ku dengê DAIŞ’ê dibihîst, çongên wan dilerîzin. Lê YPJ’ê wek mertal di welatê xwe de li hember wan şer kir. Ev ne tiştekî hêsan û ji rêzê ye, lê pêşengiya tevahiya civakê kir. Bi vê têkoşîna bû mînakeke gerdûnî.

YPJ’ê bandora xwe li civakên Ereb, Suryan, Ermen û bi giştî pêkhateyan kir û bû mînaka têkoşînê. Ji bo vê jî gelek enternasyonalan cihê xwe di nava refên YPJ’ê de girt. Heya niha jî ev têkoşîn dewam dike. Ji bo ku gelê me li ser axa xwe azad û bi îrade bijî, em wek YPJ her tim amade ne ku rihê xwe diyarî gelê xwe bikin. Em ê tu carî gavan bi paş ve neavêjin. Îradeya me heye ku em li hember her kesekî têkoşînê bidin. Bê guman di têkoşîneke wiha de rê û rêbazên dewlemend jî pêwîst dikin. Em tenê yek rêbazê esas nagirin. YPJ tenê hêzeke şer nîn e. Di heman demê de hêzeke birêxistinkirî ye. Hêzeke xwedî bîrdozî ye, xwedî felsefe ye. Bê guman ev jî bi keda Rêber Apo pêk hatiye û em nikarin vê înkar bikin.

YPJ'ê di têkoşîna xwe de bi pirrengî û dewlemendiya xwe didomîne. Di van demên dawîn de nêzîkatiyên ku li hember YPJ’ê pêş bi dikevin, nêzîkatiyên ne rast in. Em ê bi keda xwe bigihêjin serkeftinê. Ji ber ku em mirovên xwedî ked in. Me berdêlên pir biha û giran dane. Gelek fermandarên me di oxira azadiya jinan de xwe feda kiriye. Em hevrêyên wan jinan in û em ê xwedî li wan derkevin. Çi dibe bila bibe, bi çi şêwazê dibe bila bibe, em wek YPJ tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Parastina rewa ji bo me her tim xala sereke ye. Gerxw ku îro zindiyek bê parastin bimîne, jiyana wî/ê nemîsoger e. Ji bo ku tu bijî, divê tu di zanistiya parastinê de bî. Bi taybetî di rewşa ku îro giştî cîhan tê de ye li ber çavan e. Li her derê êriş û alozî hene. Gelo di vê rewşê de bêparastin gengaz e? YPJ xwedî tecrubeyeke ew qas salan e. Ne gengaz e ku dev ji têkoşînek xwedî ewqas sal berde, an jî têkoşîna xwe sist bike. Em ji bo ku têkoşîna xwe bi hêztir û xurtir bikin ji her tiştî re amade ne. Ji ber ku em di zanebûna vê de ne. Em kesên wisa bi girêdanbûnekî bi hêstiyar nîn in. Em dizanin em çi dikin. Em dizanin em ji bo çi têkoşîn dikin. Zanatiya me ya rêxistinî li pêş e.

Eger em îro civaka xwe bê parastin bihêlin, em radestî kê bikin? Em bûn şahidên gelek bûyeran. Gelek qetîlam bi ser gelê me de hatin. Niha hin komên ku li dijî hebûna YPJ'ê hene, dixwazin YPJ ji holê rabe. YPJ li hember tu kesekî sûç nekiriye. Me hebûna gelê xwe û mafê gelê xwe parastin. Kî dikare bêjê YPJ’ê neheqî kiriye. Tu kesek nikare vê bêje. Ji ber ku em di welatê xwe de ne, me welatê xwe parastiye. Me welatê kesekî dagir nekiriye. Bê guman ev feraseta desthilat û faşîst dixwaze giştî berhemam bike malê xwe. Ji derveyî wî tu alternatîf tune ye. Ji ber vê jî êrişên cur be cur li hember me pêk tên. Niha herî zêde şerê taybet di dewrê de ye. Em di zanebûna vê de ne. Wek YPJ'ê tiştekî pêwîst nake em xwe ji tu kesî re îsbat bikin, dîroka me heye.

Me bi salan têkoşîn kiriye. Em xwedî pratîk û xwedî ked in. Em mafdar in, em mafên xwe yên hûqûqî û yên parastinê dixwazin. Em mafên xwe yên zanyarî dixwazin. Ev ji bo tevahî mirovahiyê derbasdar e. Ev ne tiştekî sûc e. Çima ji bo jinan ev zêde tê dîtin? Em ser bilind in ku xwe ji bo têkoşînek bêtir dijwar amade bikin. Ne şerê taybet û ne jî şerê çekdarî wê bandorê li me nekin. Tecrubeyên me yên 13-14 salan ên çekdarî jî çêbûye.

Banga we ji bo jinan çi ye?

Di dawiyê de dikarim vê bibêjim; bi çi şêwazê dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe di her kêliyê de û li hember hemû şert û mercan xurttir bikin. Banga me ji giştî jinan re ev e; divê jin xwedî li artêşa xwe ya jinan derkevin. Ger îro em dibêjin “artêşa YPJ’ê, artêşa tevahî jinan e” em vê tenê wek dirûşmekê nabêjin. Ji ber ku di YPJ’ê de hemû netewe cih digirin û her yek ji wan ji bo neteweya xwe tê dikoşe. Li ser vî esasî ez careke din 4’ê Nîsanê li hemû jinên kedkar û tevahî jinên ku dixwazin bigihêjin mafên xwe, pîroz dikim.

(bb)