YPJˊê bi boneya 8`ê Adarê merasîma leşkerî li dar xist

Şervanên YPJˊê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê merasîma leşkerî li dar xist û soza bilindkirina têkoşînê da.

8 adar, 2026   16:45
HESEKÊ

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li bajarê Hesekê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8 Adar) merasîm li dar xist. Şervanên YPJ`ê û jinên ji saziyên sivîl, ewlehî û Meclisa Malbatên Şehîdan tev li merasîmê bûn.

Piştî merasîma leşkerî YPJˊê û şervanên jin ên ciyê xwe di Yekîneyên Antî Terorê de digirin  hate lidarxistin, Fermandara YPJ`ê Newroz Ehmed axivî.

Fermandar Newroz Ehmed di destpêka axaftina xwe de Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya cîhanê û bi taybet li hemû jinan pîroz kir û got: "Em vê rojê bi taybet li jinên têkoşer ên her tiştê xwe feda kirin, pîroz dikin."

Newroz Ehmed di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Jin ji dîrokê ve zehmetî dibînin û gelekî xizmeta civakê û cîhanê kirin. Ji çandiniyê, fêrkirinê, xwedîkirinê heyanî têkoşîna li eniyên şer berpirsyartî rakir. Bi sedan hevalên me yên şehîd ji bo jinan ji zilm û dagirkeriyê biparêzin, canê xwe feda kirin. Em îro careke dîtir soz didin hevalên xwe yên şehîd ku li ser rêça wan bimeşin."

Li ser êrişên li dijî Rojava Newroz Ehmed anî ziman ku: "Dirûşmeya Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye ne tenê dirûşme ye. Me ev dirûşme di pratîkê de pêk anî. Di hemû saziyên sivîl û leşkerî de jinê berpirsyartî rakir û têkoşiya. Bi salan êrişî şoreşa jinê dikin û dixwazin berxwedanî û hebûna jinê bi dawî bikin. Ji ber vê yekê divê em asta têkoşînê hîn bilindtir bikin."

Fermandara YPJˊê Newroz Ehmed di dawiyê de soz da ku têkoşîna xwe ji bo parastina tevahî jinan, azadî û hevjiyana azad berdewam bikin û hîn xurtir bikin.

Piştî wê Fermandara YPJˊê Newroz Ehmed gul diyarî hemû şervanan kir û giştî şervanên Jin serdana Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê kir.