YRJ `ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

YRJ`ê di Roja Rojnamegeriya Kurd de teqezî bi berdewamkirina erkê xwe yê exlaqî û mirovî û ragihandina denga jinên Kurd û Kurdistanê û rola xwe ya pêşeng di avakirina civakeke demokratîk û azad de kir.

YRJ `ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
22 nîsan, 2024   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) bi boneya salvegera 126`an a Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de yekitiyê diyar kir ku ev roj ji bo gelê Kurd û Kurdistanê rojeke taybet e, ji ber ku bingeha yekemîn a çapemeniya kurdî di wê rojê de ava bû.

Yekitiyê ev roj li rojnamevan, rojnamegerên li Kurdistan û cîhanê pîroz kir û Gurbetellî Ersoz, damezirînera YRJ`ê Şevîn Bîgol, rojnamevan Dilîşan Îbiş, Nûjiyan Erhan û tevahî şehîdên ragihandinê û azadiyê û demokrasiyê bi bîr anîn.

Her wiha yekitiyê destnîşan kir ku weşandina yekemîn rojnameya kurdî ‘Kurdistan’ê ji aliyê Mixdad Bedirxan ve di 22`yê Nîsana 1898`an de, destpêka rojnamegeriya kurdî û tovika ragihandina azad a jinan bû ku bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê dest pê kir.

Yekitiyê di daxuyaniyê de careke din soz da ku şopdarên rêya şehîdan bin, dengê jinên Kurd û Kurdistanê ragihînin û balê bikişînin ser dosyayên jinan, rola wan a pêşeng di avakirina civakeke demokratîk û azad de li ser bingeha neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.

Her wiha yekitiyê bang li rojnamevanan kir ku li ser şopa şehîdên çepemeniya azad û ji bo avakirina jiyana azad tê bikoşin û hewldanên qirkirina bedenî, fikrî û derûnî li dijî jinan têk bibin.

(şx)