Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi dawî kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi gelek encaman bi dawî kir, ji wan encaman; amadekirina tîmên werzîşê yên jinên ciwan, vekirina parka jinên ciwan û kargeheke xebatên destan.

Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi dawî kir
21 kanûn, 2023   17:38
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê li hola Xabûrê li dar xist û wêneyên şehîdan, alên jinên ciwan daliqandin. Civîn bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadiyê′

Di civînê de endamên jinên ciwan beşdar bûn. Axaftina destpêkê ji hêla endama Akademiya Rêber Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî Cûd El Hemod kir û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan her tim di oxira pêkanîna azadiya jinê de tê koşiya, ne ji wî bûya, îro ew li vir nedicivîn.

Cûd wiha domand: "Hemû serkeftinên li herêmê bi saya fedakarî û têkoşîna jina azad bû, ji lew re divê em di oxira bilindkirina asta jina azad de têkoşînê bilind bikin."

Dûre endama Yekitiya Jinên Ciwan Merwe El Selal hin pirspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola beşa ciwan a di rêxistina civakê de xwendin.

Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Leyla Hisên rapora sale ya yekitiyê ya Hesekê xwend, nîqaş li ser hatin kirin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû, ji wan; amadekirina tîmên werzîşê yên jinên ciwan, vekirina parkekê ji jinên ciwan re, vekirina kargeheke destan, rêxisitna pêngava li dijî tundiya li ser jinan, aktîfkirina komîteya jineolojiyê û vekirina projeyan ji jinên ciwan re.

(fr)

ANHA