4 zarok ji ber sobeya kehrebeyê mirin

Li Minbicê ji ber bikaranîna sobeya kehrebê li odeyeke girtî 4 zarokan jiyana xwe ji dest da û rewşa dayika wan giran e.

4 zarok ji ber sobeya kehrebeyê mirin
21 kanûn, 2023   17:44
MINBIC

Danê nîvro zarokên bi navên Elî, Mihemed, Amal û Corî El Hisên û dayika wan Henadî El Hisên gihaştina Nexweşxaneya El Emel a li naverasta Minbicê û li nexweşxaneyê yekser jiyana xwe ji dest da û dayika wan keta çavdêriya taybet.

Li gorî bijîşkan, sedema mirina zarokan xeniqandina ji ber kêmbûna oksojînê di odeyê de ye, ji ber ku sobeya kehrebê li odeyeke girtî hatiye bikaranîn û hewa nakeve odeyê.

Cenazeyên zarokan rakirin malên xizmên wan û dê sibe veşêrin.

(fr)

ANHA