Yekîtiya Ewropayê Jîna Emînî xelat kir

Parlamenta Ewropayê Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê da jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin û tevgera jinê ya 'Jin, Jiyan, Azadî' ya piştî qetilkirina Jîna li Rojhilat û Îranê dest pê kiriye.

Yekîtiya Ewropayê Jîna Emînî xelat kir
19 cotmeh, 2023   14:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Parlamenta Ewropayê Roberta Metsola got, "Jîna Mahsa Amînî 16'ê Îlona 2022'an ji ber ku serê xwe nenixumandiye ji aliyê polîsan ve hate girtin û piştî sê rojan bi rengekî hovane hate kuştin. Ev yek bû serdemeke diyarker."

Metsola wiha dewam kir, "Vê bûyerê tevgerek bi pêşengiya jinê da destpêkirin ku cihê xwe di dîrokê de girt. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Îranê veguherî qîrînekê ku her kesên daxwaza wekhevî, rûmet û azadiyê dikin li dora wê li hev kom bûn."

Jîna Emînî 16'ê Îlona 2022'an li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû qetilkirin û ev yek bûbû sedema destpêkirina raperînekê.

Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharov ji sala 1988'an û vir ve ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê dayin û xelateke naskirî ye.