Di dema derbasbûna erebeya hêzên Şamê de mayîn teqiya

Li gundewarê Derayê dema derbasbûna erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê mayînek teqiya.

Di dema derbasbûna erebeya hêzên Şamê de mayîn teqiya
19 cotmeh, 2023   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarê Senamên ê bakurê Derayê hemwextî derbasbûna erebeyeke leşkerî ya îstixbarata leşkerî ya hêzên Şamê mayîneke ku çekdarên nenas li ser rêya giştî bi cih kiribû, teqiyaye lê tiştek bi erebeyekê nehatiye.

Li gorî SOHR`ê, şevê din jî li bajêr ji ber nakokiyên hundirîn di navbera çekdarên xwecih de şer derketiye.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal de li Derayê 417 êriş çêbûne, di encamê de 337 kesên ku piraniya wan welatiyên sivîl û leşkerên hikumeta Şamê ne hatine kuştin.

(c)