Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên Minbicê û gundewarê wê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: “Divê têkoşîna gelên azad a ji bo dawîdanîna li tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê mezinkirin.”

Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
19 cotmeh, 2023   15:00
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Minbicê bi beşdariya sedan xelkê başûr û rojavayê Minbicê meşek li dar xist. Di meşê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî hatin şermezarkirin û bang li tevahî gelên azad hat kirin ku azadiya gelan bi pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkane, lewma divê têkoşîna ji bo wê mezin bikin.

Endamên Meclisa Xeta Muhterêq, Meclisa Xeta Farat, endamên komînên her du meclisan, bi sedan şêniyên başûr û rojavayê Minbicê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tev li meşê bûn.

Meşê li gundê El Ewseclî yê rojavayê bajêr destpê kir û li pêşiya navenda tenduristiyê ya li bakurê gund rawestiya. Tê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, hatin bilindkirin.

Li pêşiya navendê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdo El Cemîlî axivî û got: “Em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Di şexsê Rêbertî de gel tevahî hat hedefgirtin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan nûnerê vîna gelên bindest ên Rojhilata Navîn e. Dewletên kapîtalîst xwestin bi komployan wê ramanê têk bibin.”

El Cemîlî diyar kir ku bi saya vîna azad a ku Rêber Abdullah Ocalan diyarî xelkê herêmê kiriye, ew li hember terora dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din bi ser ketin.

El Cemîlî bang li tevahî gelên azad kir ku li hember komployê bibin yek. Her wiha soz da ku heta tevahî gelên bindest azad bibin, tecrîd bi dawî bibe, dê şopdarên rêya şehîdan bin.

El Cemîlî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û got: “Em ê azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”

Her wiha endamê Meclisa Xeta El Muhterêq, Hesen El MIhemed jî teqezî bi pêwîstiya mezinkirina têkoşîna gelên herêmê kir û got: “Divê em çalakî û pêngavên ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin. Heta azadî û demokrasî ji gelê me re pêk were, berxwedanê berdewam bikin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(şx/c)

ANHA