Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê ya bi daxwaza çareseriya siyasî ya li gorî biryara NY’yê û serbestberdana girtiyan dewam dikin.

Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
4 gulan, 2024   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Tebaxa 2023’an ve, xelkê Siwêdayê bi daxwaza çareseriya siyasî û serbestberdana girtiyan xwepêşandanan li dar dixin.

Îro jî bi dehan kes careke din li qada Kerama ya naverasta bajarê Siwêdayê hatin gel hev. Xwepêşandêran  pankartên bi nivîsên "Nab kes derveyî qanûnê tev bigire", " Ol ji bo xweda ye, welat ji bo her kesî ye" û "Çalakiyên me yên aştiyane rêya xilasiya me ye" vekirin.

Li gorî malpera Siwêda24, erebeyên hêzên ewlekariyê yên çek li ser, derbasî bajarê Siwêdayê bûn. Lê agahiyên zêdekir nehatin parvekirin.

Li gorî hin dezgehên ragihandinê, hêzên hikumeta Şamê amadekariyên operasyoneke dikin ku derbasî Siwêdayê bibin û berpirsên xwepêşandaran bigirin.

(bb)

ANHA