Xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava projeyên zanistî pêşkêş kirin

Xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava di Pêşangeha Zanistî ya Rojava ya 1`emîn de teknolojiyên wekî projeyên çandiniyê ku bikevin xizmeta civakê, pêşkêş kirin.  

Xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava projeyên zanistî pêşkêş kirin
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava projeyên zanistî pêşkêş kirin
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava projeyên zanistî pêşkêş kirin
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava projeyên zanistî pêşkêş kirin
1 tîrmeh, 2026   06:55
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo 29`ê Hezîranê Pêşangeha Zanistî ya Rojava ya Yekemîn bi dirûşma `Nûjeniya îro paşeroja sibê diafirîne` vekir. Pêşangehê 2 rojan dewam kir. Xwendekarên Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê di pêşangehê de projeyên xwe pêşkêş kirin. 

Xwendekarên jin gelek projeyên ku bikevin ber xizmeta civakê çêkirine. Mînak; sîstema bikarin bi rêya telefona destan erebeyan biajon, projeya erebeya rizgarkirine, projeyên çandiniyê yên çêkirina zeytê û giyayên ji bo tedawîkirine, çêkirine. Her wiha tov û nebatên ku fêde bidin mirovan û çandiniyê, lêkolîn kirine.

Xwendekar Ahîn Munzir Xalid Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiya dixwîne. Ahînê anî ziman ku wê telefoneke destan ku bi rêya teknolojiya bluetoothê bixebite çêkiriye.

Her wiha xwendekar Aye Elî Cenbelî ya di Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê de dixwîne, got wê erebeyeke ku bikevê herêmên xeternak, cihê qurbaniyên di bin kavilan de dimînin tesbît bike û wan rizgar bike, çêkiriye.

Aye Elî Cenbelî anî ziman ku di projeyên xwe de ew nikarin hemû parçeyan peyda bikin û wiha lê zêde kir: "Bi taybet em nikarin kamera û teknîka hişê çêkirî peyda bikin. Ez bi hêvî me destekê bidin me ji bo em bikarin projeyên xizmeta civakê dikin, bi pêş bixin. Tevlêbûna jinan di zanist û teknolojiyê re gelekî girîng e û ez bi hêvî me ku destekê bidin xwendekarên jin da ku xwe zêdetir bi pêş bixin."

(np)

ANHA