Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir

Xelkê bajarê Sirînê yê Kobanê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Eyhem Sirîn oxir kir.

Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Eyhem oxir kir
22 gulan 2024   17:23
KOBANÊ

Bi sedan xelkê bajarê Sirînê yê bajarê Mezin ê Kobanê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Eyhem Sirîn  Minbic a Leşkerî Eyhem Sirîn li goristana şehîdan a Sirînê oxir kir.

Şehîd Eyhem Sirîn (Mihemed El Hisên) dema li ser erka xwe bû di 21`ê Gulanê de şehîd bû.

Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Cedir axivî û got: "Şehîd Eyhem bê teredûd ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kir. Îro jî em li ser vê axa pîroz ku bi hezaran şehîd tê de hatin oxirkirin soza xwe nû dikin ku li dijî dagirkeran tê bikoşin."

Hevseroka bajarê Sirînê Fatme Ehmed Mele wiha got: "Em bi saya şehîdên xwe gihîştin vê astê. Ev axa me û axa pêşiyên me ye. Em ê bi biratiya gelan li hember her kiryaran serî hildin. Em ê li ser wê soza ku şehîdên me dayî bin û em ê rêya şehîdên xwe bişopînin. "

Piştira wesîqa şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Sirînê ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Merasîm bi dirûşma"Şehîd  namrin" bi dawî bû.

(sş)

ANHA