Ji KCKˊê daxuyaniya têkildarî qezaya li Îranê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkîldarî qezaya ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.

Ji KCKˊê daxuyaniya têkildarî qezaya li Îranê
22 gulan, 2024   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

 “Serokkomar û wezîrê karên derve yê Îranê ji bo hin vekirinên hevpar bi serokomarê Azarbaycanê re bikin çûn Azarbaycanê, lê di vegera Azarbaycanê de helîkoptera ku tê de bûn ket, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Abdullahiyan û şandeya pê re jiyana xwe ji dest dan. Bi qasî ku di raya giştî de xuya dibe, dewleta Îranê vê bûyerê weke qeza binav kiriye. Lê bûyereke bi guman e. Di demek wiha de ku herêma me di qonaxeke hesas re derbas dibe, bûyereke ku divê bê fêmkirin e. Em sersaxî ji malbata kesên jiyana xwe ji dest dane û dewleta Îranê re dixwazin.

Herêma me Rojhilata Navîn di qonaxeke hesas re derbas dibe. Hinek hêz dixwazin bi rêya Îranê li Rojhilata Navîn şer kûr û belav bibe û ji bo vê di nava tevgeran de ne. Dewleta Tirk di destpêka van hêzan de tê. Em kûrbûna şer li Rojhilata Navîn bi ti awayî di berjewendiyên gelan de nabînin, bi vê hesasiyetê re tev digerin. Em girîng dibînin ku hêzên li herêmê jî bi vê hesasiyetê nêz bibin û li dijî polîtîkayên hêzên ku dixwazin şer belav bikin û kûr bikin bi baldarî tev bigerin.”