Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Emîne Elî

Xelkê kantona Reqayê sersaxî da malbata têkoşera PAJKˊê şehîd Emîne Elî. Hevrêyên şehîd ên xebatê soza berdewamkirina peyama wê da, ku ew ê gihandina heqîqeta ji bo wê şehîd ketiye bidomînin.

3 îlon, 2025   15:32
REQA

Bi sedan xelkê kantona Firatê û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Jinan a Sûriyeyê, nûçegihanên li kantonê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê şehîdê PAJKˊê şehîd Emîne Elî. Kon li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat vedan.

Duh, HPGˊê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Sara Dilsoz (Emîne Elî) a ku di 18ˊê Adara 2020ˊan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, dabû.

Di merasîmê de li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya endama Nivîsgeha Perwerdê Fatin Mihemed axivî û got: "Bi xemîngî, em Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya sersaxiyê ji malbata şehîd Emîne Elî re dixwazin. Wê şehîd Emîne menareya nifşan, sembola fedakariyê û biryadara rêça têkoşînê bimîne."

Fatin diyar kir ku "Fedakariya şehîdan dîroka azadiyê dinivîse û ew hêzê dide me ku em rûbirûyî astengiyan bin û tîne bîra me ku azadiyê nayê dayîn, lê bi fedakariyan tê standin."

Di dawiya axaftina xwe de Fatin anî ziman ku "Em jinên ji vê civakê, soz didin şehîd ku rêya şoreşa ku di oxira wê de şehîd ketiye bişopînin û bîranîna wê di wijdana me de nemir bimîne û bi peyama wê re dilsoz bin."

Li aliyekî din jî, ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Salih El Hindawî axivî û diyar kir ku şehîd ew in ku destanên lehengiyê di her cih û demê de nivîsandine û şahdeta ku bi xwîna xwe ya paqij bi dest xistine wê di dîrokê de bîranînek nemir bimîne.

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Ragihandina Jin (YRA) Neda Mihemed diyar kir ku "Destpêkê em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî dostên wê yên di eniyên şer û qada xebatê de piştgir dabûnê re, dixwazin."

Neda di dewama axaftina xwe de anî ziman ku : "Şehîd Emîne bi rihê xwe yê coş tevhî hevrêyên xwe di çiyayên bilind de tê koşiya, weke çawa çiya asîmanê hembêz dike ew jî azadiyê hembêz dike. Emîne red kir ku jiyaneke normal bijî û xwest bibe sembola azadî û finda ku rêya civaka xwe ronî dike."

Neda li ser navê YRJˊê û hevrêyên şehîd got: "Em soza xwe ya şopandina rêça wê dubare dikin, ku bibin dengê civakê, doza rizgariya gelan û jiyana hevbeş."

Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî jî sersaxî da malbatên şehîdan û got "Şehîd namirin."

Zelîxe da zanîn ku şehîd Emîne di warê ragihandinê de kar kiriye, lê piştî Şoreşa Rojava nas dike, biryarê dide ku tev li têkoşîna çekdarî bibe û tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû.

Zelîxe di dawiyê de got: "Em ji vê cihê pîroz, soza didin şehîd û tevahî şehîdên xwe ku peyam û têkoşîna we heta pêkanîna serkeftin, edalet, rizgarkirina xakê û avakirina Sûriyeyeke pirreng a demokratîk a nenavendî didome."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA