Xelkê Hesekê şehîd Severus oxir kir

Xelkê Hesekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî-Asûrî Elî Salih El Beyid spart axê û soza şopandina têkoşînê heta rizgarkirina xaka dagirkirî da.

Xelkê Hesekê şehîd Severus oxir kir
Xelkê Hesekê şehîd Severus oxir kir
Xelkê Hesekê şehîd Severus oxir kir
Xelkê Hesekê şehîd Severus oxir kir
Xelkê Hesekê şehîd Severus oxir kir
Xelkê Hesekê şehîd Severus oxir kir
Xelkê Hesekê şehîd Severus oxir kir
Xelkê Hesekê şehîd Severus oxir kir
28 ÇILE, 2024   17:04
HESEKÊ

Bi sedan xelkê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî-Asurî şehîd Elî Salih El Beyid (Severus) li goristana şehîdên Asurî oxir kir. Şehîd Severus di 26ˊê Çileyê de dema li ser erka xwe li navçeya Til Temirê şehîd bû.

Di merasîmê de hevseroka Partiya Suryanî ya Kantona Hesekê Meha Şabir axivî û wiha got: "Em îro şehîdê di oxira me de canê xwe daye oxir dikin, ev şehadeta mezin e."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Suryanî Abjar Nuhumu axivî û wiha got: "Em li ser soza xwe ne, em ê xaka xwe rizgar bikin û projeya demokratîk pêk bînin."

Nuhumu wiha domand: "Şehîd Severus di pêkanîna erkên xwe li eniyên pêş li dijî terorê û dagirkeriyê de dudilî nebû, xwedî dilekî mezin ê hezkirina welat û gelê xwe bû."

Endama rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdên Suryan-Asurî Beha Binjamin axivî û wiha got: "Fedakariyên şehîdan di oxira parastina xak û gelê xwe û şerê li dijî tevahî rêxistinên terorîst û çeteyan de didin dê bikevin rûpelên dîrokê. Ji ber ku wan fedakariyan tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir yek."

Dûre şehîd li goristana şehîdên Asûrî li Hesekê hat veşartin.

(fr)

ANHA