Di salekê de 40 kolber hatin kuştin

Di salêkî de li herêmên ser sînorên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 40 kolber hatin kuştin û 292 jî birîndar bûn.

Di salekê de 40 kolber hatin kuştin
2 ÇILE, 2024   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê di sala 2023’yan de, di encama êrişên hêzên Îranê de, 40 kolber hatine kuştin û 292 jî birîndar bûne. Her wiha  285 kolber di encama êrişên raste rast ên hêzên Îranê de birîndar bûne.