Xebatên lêgerînê li beşa ˊMuhacîratˊ bi dawî bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebat û operasyonên lêgerînê li beşa ˊMuhacîratˊ ku yek ji beşên herî xeternak li Kampa Holê ye, bi dawî kir.

Xebatên lêgerînê li beşa ˊMuhacîratˊ bi dawî bûn
Xebatên lêgerînê li beşa ˊMuhacîratˊ bi dawî bûn
Xebatên lêgerînê li beşa ˊMuhacîratˊ bi dawî bûn
Xebatên lêgerînê li beşa ˊMuhacîratˊ bi dawî bûn
29 ÇILE, 2024   16:45
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi beşdariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 27ˊê Çileyê de qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ da destpêkirin, da ku çavkaniyên şaneyên çeteyên DAIŞˊê yên vê dawiyê çalak bûne têk bibe.

Îro û piştî 3 rojan Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebat û operasyonên lêgerînê li hundirê beşa ˊMuhacîratˊ bi dawî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li vê beşê 29 kesên daxwazkirî girtin, her wiha çek, cebilxane, xendek û tonel dîtin.

(fr)

ANHA