Wezîrê Petrolê yê Îranê îstifa kir

Wezîrê Petrolê yê Îranê Mohsen Paknecad ji erka xwe îstifa kir û li şûna wî wekalet Hamîd Bavard girt.

Wezîrê Petrolê yê Îranê îstifa kir
4 cotmeh, 2026   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Serokomariyê ya Îranê ragihand ku Wezîrê Petrolê Mohsen Paknecad ji erka xwe îstifa kiriye.

Hate ragihandin Serokkomar Mesûd Pezîşkiyan îstifaya Paknecad erê kiriye. Pezîşkiyan ji bo wezaretê wekalet daye Midûrê Giştî yê Kargeha Petrolê ya Netewî (NIOC) Hamîd Bovard.

Paknejad têkildarî sedema îstifayê hê ti daxuyaniyeke fermî nedaye.