Li Yemenê di şerê 24 saetan de 73 kes hatin kuştin

Li parêzgehê Teez û Lehecê yên Yemenê di şerê 24 saetên dawîn de 34 leşkerên hêzên hikumetê û 39 Hûsî hatin kuştin.

Li Yemenê di şerê 24 saetan de 73 kes hatin kuştin
4 cotmeh, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên di nava hikumeta Yemenê de dane AFP‘ê, di şerê 24 saetên dawîn ên li parêzgehên Lehecê ya başûrê û Teezê ya rojavayê welêt de 34 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî yên Hûsiyan jî gotin, di şerê li eniyên Teez û Lehcê de 39 Hûsî hatine kuştin.

(bb)