Federasyona Mafên Mirovan: Divê mafê ziman were mîsogerkirin

Federasyona Sûriyeyê ya Mafên Mirovan daxuyand ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê were mîsogerkirin û pirrengiya çandî û zimanê werin parastin. Federasyonê xwest mafê ziman di destûrê de were fermîkirin.

Federasyona Mafên Mirovan: Divê mafê ziman were mîsogerkirin
4 cotmeh, 2026   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Federasyona Sûrieyê ya Rêxistin û Desteyên Mafên Mirovan li ser mafên zimanî û çandî daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi qanûn û danezanên navneteweyî yên der barê parastina mafê çandî û zimanî û rêzgirtina li hemberî wan de hat kirin.

Federasyonê destnîşan kir ku parasgtina pirrengiya zimanî û çandî beşek ji parastina mafên mirovan e û girêdana ziman a bi nasname, çand û mafên perwerde û fêrbûnê û beşdariya di jiyana giştî de xurt e.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pirrengiya çandî û zimanê ya li Sûriyeyê û hate gotin, divê mafên pêkhateyan; Kurd, Suryan, Asur, Ermen, Çerkes û yên din werin parastin û ji bo nifşên bê were veguhestin.  Her wiha hate gotin, naskirina vî mafî biçûkxistina zimanê fermî yê dewletê nîn e û ne li dijî bikaranîna wê di saziyên dewletê û rêveberiya giştî de ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Girîng e ferqa di navbera zimanê fermî yê dewletê û zimanên neteweyî an jî zimanên pêkhateyên neteweyî û çandî de were naskirin. Hebûna zimanekî fermî ku kar û barên dewletê û saziyên wê bi rê ve bibe, bi serê xwe nabe sedema dûrxistina zimanên din ji perwerde, çand û jiyana civakê. Parastin û fêrbûna zimanê dayikê nayê wateya parçekirin û tecrîdkirinê, lê di çarçoveya rêzgirtina mafên hevpar ên hemû welatiyan de dikare bibe wesîleya pêşxistina girêdanbûnê, beşdarbûn û wekheviyê. Perwerdehiya pirzimanî di heman demê de dikare bibe amûrek ji bo parastina cihêrengiya çandî û pêşxistina têgihiştin û jiyana hevbeş, li şûna ku cihêrengiya zimanî bibe sedemek j bo dûrxistinê."

Di daxuyaniyê de bal hat kiştnadin ser danezana destûrî ya sala 2025‘an û hate bibîrxistin ku di madeya 4‘an a danezanê de zimanê erebî wekî zimanê fermî yê dewletê hatiye destnîşankirin, lê di madeya 7‘an de behsa parastina pirrengiya çandî ya civaka Sûriyeyê û mafên çandî û zimanê yên hemû Sûriyeyan tê kirin.

Her wiha îşaret bi biryara 13‘an a sala 2026‘an hate kirin û hate diyarkirin ku di birayrê de zimanê kurdî wekî zimanekî neteweyî hatiye qebûlkirin û destûr hatiye dayîn ku li dibistanên hikumetê bi taybetê li herêmên ku piraniya niştecihên wê Kurd were dayîn.

Di dewama daxuyaniyê de hate got: "Di benda 2‘yemîn a biryarê de hatiye diyarkirin ku dewlet pabendî parastina pirrengiya çandî û zimanî û mafê Kurdan a pêşxistina zimanê Kurd e û ev yek bi biryarên pratîkî yên ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve hatine derxistin ku di Tebaxa 2026‘an de hatine guhertin pêş dikeve. Li gorî biryara nûkirî, perwerdehiya zimanê kurdî wek zimanekî neteweyî di dibistanên fermî û taybet û li hemû astên perwerdehiyê de, di çarçoveya mufredatên pejirandî de, bê dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nabe ziman rûbirûyî hev in bên hiştin û zimanê erebî were biçûkxistin. Lê divê çarçoveyeke qanûnî were avakirin ku pêkvejiya zimanê fermî yê dewletê û zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyan garantî bike û wekheviyê pêk bîne, cudekariyê ji holê rake û mafên perwerdehî, nasname, çand û zimanê biparêze.  Li ser vê yekê naskirina zimanên kurdî, suryanî û asûrî wekî zimanên nîştimanî divê di çarçoveya îfadeya pirrengiya çandî û zimanî ya civaka Sûriyeyê were fêmkirin û wekî kêmkirina yekitiya dewletê an jî mekaneta zimanê erebî wekî zimanê fermî neyê fêmkirin."

Federasyonê da zanîn ku siyasetên perwerdehî û çandî divê li ser bingehên hevsengiya di navbera yekrêziya dewletê û zimanê wê yê fermî de li aliyekî û prastina pirrengiya çandî û zimanê li aliyekî din werin avakirin.

Federasyonê di dawiyê de ev bangawazî kirin:

‘‘Divê mafên zimanî û çandî yên tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê û perwerdeya bi zimanê dayikê werin mîsogerkirin û ji bo nifşên bê re were veguhestin.

Pêşxistina çarçoveyên qanûnî û destûrî yên diyar ên ji bo parastina pirrengiya zimanî û çandî navenda qanûnî ya zimanê fermî û zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyên din diyar dike, van mafan diparêze û nahêle ku bibe rehînên biryarên demkî yên rêveberiyê

Divê zimanên fermî, zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyan ji hev werin derxistin; da ku zimanê fermî di karê dewletê, sazî û nameyên fermî de li gorî destûr û qanûnê wek zimanê pejirandî bimîne, bêyî ku di warê perwerde û çandê de nasnekirin, parastin, hînkirin û pêkanîna zimanên netewî neyê astengkirin.

Divê perwerdehiyê bi zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyan were kirin. Dema mercên perwredeyî û sazîbûnê yên pêwîst peyda bibin wek ders li dibistanan werin dayîn. Ji bo pêşxistina bername, pirtûk û meteryalên perwerdeyê û pêxşxtina kadroyên pêwîste gav werin avêtin.

 Divê were mîsogerkirin ku siyasetên xwendinê mafên zimanî yên bidestxistî paşve nade. Divê her guhertinek di zimanê xwendinê de gav bi gav û bi awayekî sîstematîk bê kirin, ku berjewendiya xwendekaran û berdewamiya proseya xwendinê li ber çavan bê girtin û nebin sedema qutbûn û astengkirina xwendina wan.

Divê yasa, rêzikname û kiryarên ku bi cudakarî yan dûrxistina li ser bingehê ziman an girêdana neteweyî û çandî vedihewîne li ber çavan werin girtin. Ji bo misogerkirina wekheviyeke bibandor di bidestxistina mafên zimanî û çandî de divê gavên qanûnî û îdarî yên pêwîst werin avêtin.

Ji bo şopandina parastin û bicihanîna mafên zimanî û çandî, pêşxistina materyalan û têgînên perwerdehî û zanistî bi zimanê neteweyî yan jî zimanê pêkhateya pêwendîdar divê makanîzmeyên sazîbûnê werin avakirin û asta rêzgirtina van mafan di siyasetên perwerdehî û çandî de werin şopandin.

Divê parastina pirrengiya çandî û zimanê di destûr û qanûnê de were mîsogerkirin û hevsengî di navbera yekitiya dewletê û zimanê wê yê fermî de û parstina zimanên neteweyî de were çêkirin.

Parastina zimanê dayikê ne îmtiyazek e, lê beşek ji parastina nasname, çand, mafê perwerdehiyê û prensîba wekhevî û necudakariyê ye. Rêzgirtin ji cihêrengiya zimanî û çandî li Sûriyeyê ne li dijî yekrêziya dewletê ye û bi rewşa zimanê erebî wek zimanê fermî re ne nakok e. 

Divê çarçoveyeke yasayî û destûrî were avakirin ku pêkvejiyana zimanê fermî yê dewletê,  zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyên cuda de misoger bike.

Ji bo avakirina Sûriyeyeke li ser bingeha hemwelatîbûn, wekhevî û rêzgirtina ji mafên mirovan re, divê cihêrengiya wê ya zimanî û çandî were parastin, divê mafê nifşên siberojê yê fêrbûna bi zimanê dayikê, parastina wê û veguhestina wê ji bo nifşên bê were mîsogerkirin, bi  vê yekê yekbûn û parastina pirrengiya çandî ya civaka Sûriyê tê parastin."

(bb)