Siyasetmendarên Kurd: Pêwîstiya merheleyê bi yekrêziyê heye

Siyasetmendarên Kurd girîngiya yekitiya neteweyî vegot û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî çi kesên ku li pêşiya yekrêziya mala kurdî disekinin, serî hildin.

Siyasetmendarên Kurd: Pêwîstiya merheleyê bi yekrêziyê heye
27 kanûn, 2024   06:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED-CAN ELEWÎ

Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca nîqaşkirina nakokiyên di navbera partî û hêzên kurdî de û yekirina helwesta wan konferanseke giştî ya partiyên Kurdî yên li Sûriyeyê li dar dixe.

Siyasetmendarên Kurd der barê girîngiya avakirina yekitiya partî û hêzên Kurdî de axivîn.

Ferhan Xelîl ê ji bajarê Hesekê girîngiya yekitiya neteweyî diyar kir û got: "Tevahî gelên cîhanê li hemberî astengiyan dibin yek. Em Kurd jî divê li hemberî zordestî û hewldanên dijmin ên qirkirina me yekitiya xwe ava bikin û li hemberî van komployan bisekinin."

Ferhan Xelîl destnîşan kir ku divê her Kurdek û her berpirsek welatparêz erkên xwe bi cih bînin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Hin kes hene ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî li hemberî yekitiya neteweyî dibin asteng. Divê gelê Kurd û partiyên wî ji bo avakirina yekitiyê zextê li wan kesan bikin."

Ferhan Xelîl diyar kir ku ev qonax, qonaxa hebûn û nebûnê ye û hişyarî ji wê yekê da ku Kurd derfeta çêkirina yekitiyê heta sedsaleke din ji dest bidin û got: “Dagirkeriya Tirk hewl dide destkeftiyên şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike, tam wek çawa pêşî li serxwebûna Herêma Başûrê Kurdistanê girt."

ˋAVAKRINA BINGEHEKE GELÊRÎ DÛRÎ HIŞMENDIYA PARÇEKIRINÊˊ

Xelîl bang kirk u parçebûyîn partiyetê û takakesî derbas bikin û bingeheîne gelêrî ya xurt ava bikin û got: "Divê em ji bo yekitiye nîştimanî dûrî silogan û kesayetan ava bikin. Ji ber, ger em bi bin ketin, dîro li me nayê rihê."

ˋNEBERSIVDANA ENKSˋÊˊ

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê ya li bajarê Dirbêsiyê Muslim Ebas diyar kir ku ENKS’ê xwedî li bangên yekitiya nîştimanî derneket û got: “Me beyannameyek ji bo yekrêziya Kurdî derxist, lê belê ENKS’ê xwedî lê derneket û tu bertek nîşan neda. Niha jî ji bo konferanseke giştî ku tê de nîşqaşên li ser nakokiyên partiyan û yekkirina nêrînan PYNKˋê amadekariyan dike."

Ebas destnîşan kir ku yekrêziya Kurdî di dan û standinên bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd pir girîng e.

Di gel gurkirina gefan û astengiyên li hember herêmê, ev bang û beyannameyên têkildarî yekrêziya Kurdî, ji bo gelê Kurd derfetên dîrokî ne ku nakokiyan derbas bike û mafên xwe yên rewa bi dest bixe.

(mh/fr)

ANHA