Yekitiya Al El Beyt Meclisa Şêwirê ava kir

Meclisa Giştî ya Yekitiya Al El Beyt di civîna xwe ya salê de Meclisa Şêwirê ji 34 endaman ava kir û li ser erê kir.

Yekitiya Al El Beyt Meclisa Şêwirê ava kir
Yekitiya Al El Beyt Meclisa Şêwirê ava kir
Yekitiya Al El Beyt Meclisa Şêwirê ava kir
Yekitiya Al El Beyt Meclisa Şêwirê ava kir
Yekitiya Al El Beyt Meclisa Şêwirê ava kir
Yekitiya Al El Beyt Meclisa Şêwirê ava kir
29 ÇILE, 2024   17:23
REQA

Meclisa Giştî ya Yekitiya Al El Beyt a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salê li dar xist. Civîn li Navenda Çandê ya Reqayê bi beşdariya endamên weqfê, Kongreya Îslama Demokratîk, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û rûspiyên eşîran hat lidarxistin.

Di civînê de serokê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinê ya Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Saroxan axivî û wiha got: "Em niha beşek ji şerê cîhanê yê li Rojhilata Navîn in. Ji lew re rola me jî di vî şerî de girîng e."

Saroxan wiha domand: "Ev alozî û şerên dewletên hegemon pêk tînin ji zêdetirî 50 salî ve plana wan dikin. Ev şer fireh bû û gihaşt Îsraîl û Xezayê. Hêzên li ser erdê van planan dikin li ser hesabên gelan plan û berjewendiyên xwe pêk tînin."

Saroxan wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker ji Îslamê dûr e, ji ber ku ew destekê dide terorê bi taybet li herêmên me, her wiha di şerê li Xezayê de destekê dide Îsraîlê. Em hewl didin bi rêya projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk krîza Sûriyeyê çareser bikin beyî ku dewletên hegemonîk destwerdanê bikin. Em li Sûriye û Rojhilata Navîn beşek ji her çareseriyên pêk werin."

Saroxan destnîşan kir ku Meclisa Yekitiya Al El Beyt dê li ser asta cîhanê ji bo belavkirina ola îslamê ya rasteqîn bibe dendik, ne îslama Tirkî û DAIŞˊî.

Serokê yekitiyê Sînan Sîdoş encamnameya civîna damezirîner a yekitiyê ya sala borî û girîngiya wê, armanc û makanîzmeya wê xwendin.

Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin.

Di dawiya civînê de Meclisa Şêwirê hat avakirin. Meclis ji 34 endaman pêk tê ku ew endam ji aliyê endamên meclisên yekitiyê yên li kantonan ve, ku 10 meclis in, hatine hilbijartin.

(mh)

ANHA