Wênesaz dîroka berxwedanê belge dikin

Endamên Tev-Çandê yên bajarê Dirbesiyê sembolên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xêz kirin û dîroka berxwedanê belge dikin.

Wênesaz dîroka berxwedanê belge dikin
Wênesaz dîroka berxwedanê belge dikin
Wênesaz dîroka berxwedanê belge dikin
Wênesaz dîroka berxwedanê belge dikin
Wênesaz dîroka berxwedanê belge dikin
14 adar, 2026   13:29
HESEKÊ

Li bajarê Dirbesiyê wênesazên endamên Tevgera Çand û Hunerê (Tev-Çand) wêneyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ziyad Heleb û keziya şervana YPJ`ê xêz kirin.

17`ê Sibatê jî Koma Orkid bi hevkariya Şaredariya Qamişloyê wêneyên şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xêz kiribûn.

6`ê Çileya 2026`an komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişî Şêxmeqsdû û Eşrefiyê kiribû. Şehîd Ziyan Heleb 10`ê Çileyê li Helebê şehîd bû û 16`ê Çileyê bi merasîmeke biheybet ku ji tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê spartin axê.

ANHA