Wê hikumeta Iraqê tezmînata êrişan bide

Serokwezîrê Iraqê biryar da tezmînata qurbaniyên êrişa Amerîka, Îran û komên çekdar yên li ser  Iraq û Herêma Kurdistanê bide.

Wê hikumeta Iraqê tezmînata êrişan bide
28 nîsan, 2026   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê têkildarî qûrbaniyên êrişan daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê di civîna îro ya li Meclisa Parlamenteran de biyar hatiye dayîn ku budceyeke ji bo malbatên şehîd û birîndarên ew êrişên leşkerî hatiye veqetandin ku vê dema dawî li ser xaka Iraqê pêk hatiye.

Li gorî biryarê ev tenzîmat wê hemû kesên di êrişan de ziyan ketiyê bigire nava xwe û heman demê Herêma Kurdistanê jî bigire nava xwe.

Di şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê ya qasî 40 roj dewam kir de, bi sedan êriş li ser Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û komên ser bi wê ve hate kirin. Di van êrişan de gelek kes şehîd û birîndar çêbûn.

Di van êrişan de partî û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jî bûne qûrbanî. Lê diyar nîn e gelo ev biryar ji bo van jî derbasdar e yan na.