Washingtonê pêşnûmeya rêkeftineke berfireh pêşkêşî Hamasê kir

Çavkaniyên ji Îsraîl û Amerîkayê diyar kir ku DYAˊyê ji bo rawestandina şerê li Xezayê û berdana hemû girtiyan, pêşnûmeya rêkeftineke berfireh ji Hamasê re şandinye.

Washingtonê pêşnûmeya rêkeftineke berfireh pêşkêşî Hamasê kir
7 îlon, 2025   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo rawestandina şerê li Xezayê û berdana hemû girtiyan, pêşnûmeya rêkeftineke berfireh ji Hamasê re şandinye.

Desteyê diyar kir ku pêşnûmeya ku ji hêla Washingtonê ve hatiye şandin ne formuleke dawî yan fermî ye, lê belê prensîbên giştî ne, armanca wan ew e ku danûstandin berdewam bikin.

Desteyê li ser zimanê çavkaniyek nêzîkî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku, "Îsraîl amade ye ku dagirkirina Bajarê Xezayê rawestîne ger peymaneke rastîn ji wê re were pêşkêşkirin. "

Çavkaniyeke agahdar ji malpera Axios re got ku Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Steve Witkoff derbarê rêkeftineke berfireh de agahî dane Hamasê. Li gorî pêşnûmeya rêkeftinê tê xwestin beramberî bidawîkirina şerê li Xezayê hemû girtî bêne berdan.

(k)