Washington dê dîplomatên xwe vegerîne balyozxaneyên Rojhilata Navîn

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amadekariyan dike ku hinek dîplomatên xwe vegerîne balyozxaneyên xwe yên li Rojhilata Navîn.

Washington dê dîplomatên xwe vegerîne balyozxaneyên Rojhilata Navîn
25 tebax, 2026   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya New York Times ragihand ku Amerîkayê dê di vê hefteyê de hinek dîplomatên xwe vegerîne balyozxaneyên xwe yên li welatên Rojhilata Navîn. 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji balyozxaneyên xwe yên li Rojhilata Navîn xwestibû ku amadekariyên xwe bikin û da zanîn ku tê payîn ku hejmareke kêm a karmendan vegerin. Lê hîna pirsgirêkên ewlekariyê hene û dema vegerandina karmendên balyozxaneyan ne diyar e.

Piştî ku Îsraîl û DYA`yê 28`ê Sibatê (2026)  operasyona leşkerî li dijî Îranê da destpêkirin, Amerîka ji dîplomatên xwe yên li balyozxaneyên Behreyn, Iraq, Urdun, Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratê xwestibû ku balyozxaneyan vala bikin.

(np)