Çalakiyên bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û mafên karmendan didomin

Li Sûriyeyê xwepêşandanên bi daxwaza başkirina rewşa xizmetguzarî, jiyanî û mafên karmendan dewam dikin.

Çalakiyên bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û mafên karmendan didomin
25 tebax, 2026   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro jî li deverên cûda yên Sûriyeyê bi daxwaza başkirina rewşa xizmetguzarî, aborî, jiyanî û çareserkirina mafên karmendan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajar û gundewarên Til Hemîsê yê parêzgeha Hesekê şênî li dijî nebaşbûna kalîtiya nan û kêmbûna miqdarên wê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Em nanekî dixwazin ku rûmeta xelkê biparêze" hatin vekirin.

Şêniyan diyar kir ku ew ji bo wergirtina nan bi saetan li pêşiya firinan di dorê de disekinin û awayê belavkirina nan û kalîteya wê nebaş e. Her wiha destnîşan kirin ku bidestxistina nan bûye yek ji zehmetiyên wan ên rojane ye.

Şêniyan ji aliyên têkildar xwestin ku pirsgirêkên navborî çareser bikin û diyar kirin ku divê dabînkirina pêdiviyên bingehîn nebe bareke din.

li bajarê Hesekê jî ji ber mijarên girêdayî pevguhertina pereyên kevin bi yên nû û kêmbûna pereyên nû, li hin taxan nan nehat belavkirin. Firineke tenê bi pereyên nû nan firot. Ev jî bû sedem ku gelek şênî nan bi dest nexin.

Li Eyn Îsayê ya bakurê Reqayê piştî girtina hejmarek barhilgirên kel û pelan û êrişa li dijî ajokarekî ya li nêzî  rêya M4 bi dehan ajokarên barhilgirên kel û pelan çalakiyek li dar xist.

Çalakî di heman demê de li dijî astengiyên ku li ser hin bendên kontrolê tên derxistin û nêzîkatiyên hin aliyên girêdayî Wezareta Veguhestinê pêk hat.

Ajokaran xwestin bûyerên ku li ser rêya M4 têne kirin werin lêkolînkirin, barhilgirên desteserkirî li xwediyên wan werin vegerandin û karê wan neyê astengkirin.

Li bajarê Reqayê jî karmend û karkerên depoyên genim, şaredarî û saziyên din çalakiyên bi daxwaza mûçeyan, lezkirina çareserkirina rewşên wan ên îdarî li gorî pêvajoya entegreyê didomin.

Li Helebê jî mamosteyên ji Efrînê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, tevî xwendekarên ku ji Peymangeha Viyan Amara ya Ziman û Wêjeya Kurdî derçûne, banga çareserkirina rewşa xwe ya karmendiyê û vegera li xebatê kirin.

Nêzî 100 mamosteyên ku ji peymangehê derçûne û di navbera 2013-2018`an de mamostetî kirine, her wiha nêzî hezar mamosteyên Efrînê yên ku piştî koçberiyê vegeriyane warê xwe, ji aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dixwazin ku dosyaya wan ber çavan bigirin. Mamosteyan diyar kir ku wan di demekê de xebatên xwe domandine û bi salan bê mûçe kar kirine, lew ra xwestin ku mafên wan werin mîsogerkirin.

(sb)