UNICEF: Ji destpêka şerê Xezayê ve 61 hezar zarok bûne qûrbanî

UNICEF ragihand ku ji destpêka şerê Xezayê ve, her 17 deqîqeyan zarokek hatiye qetilkirin yan birîndar bûye, her wiha hişyariyên navneteweyî yên li ser karesata mirovî ya ku zarokên li Xezayê pê re rû bi rû ne zêde bûne.

UNICEF: Ji destpêka şerê Xezayê ve 61 hezar zarok bûne qûrbanî
7 cotmeh, 2025   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) eşkere kir ku zarokên li Xezayê ji ber êrişên Îsraîlê ji Cotmeha 2023’an û vir ve 61 hezar zarok hatine kuştin an jî bi giranî birîndar bûne.

Di civîneke çapemeniyê ya li Cenevreyê de, nûnerê rêxistinê Ricardo Peres, van deneyan weke "şoq û nayên qebûlkirin" pênase kir.

Her wiha Peres diyar kir ku zarok gelek êşên psîkolojîk kişandine, sêwî mane û gelek caran ji cih û warên xwe koçber bûne û destnîşan kir ku nexweşî û tundûtûjî li Xezayê gihîştine asteke bêhempa.

Ricardo Peres anî ziman ku rê li ber rêxistinê hatiye girtin ku alavên tenduristiyê yê bihêlin ku derbasî bakurê Şerîda Xezeyê bikin.

(ac)

ANHA