Şêniyên Qamişlo: Her roj ji bo me roja Newrozê ye

Li hemberî biryara hikûmeta veguhêz a paşguhkirina cejnên neteweyî ku temsîla civakên cihêreng ên Sûriyeyê dike, şêniyên Qamişlo agirê Newrozê vêxistin, şêniyan piştrast kirin ku ew ê pabendî maf û nasnameya xwe bin.

7 cotmeh, 2025   21:17
QAMIŞLO

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi biriyara hejmara (188) a sala 2025’an cejnên neteweyî yên pêkhateyên gelê Sûriyeyê, bi taybetî cejnên Akîto û Newrozê ji lîsteya cejnên fermî yên Sûriyeyê derxist. 

Li gorî biryarnameyê, Nowroz ku her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin, hat paşguhkirin. Li hember vê yekê, çalakvan û şêniyên ji pêkhateyên cûda yên bajarê Qamişlo bi cilên gelêrî, agirê Newrozê li Çerxereya Zorê vêxistin.

Beşdaran pankartên bi nivîsê "Newroz li hemû dayikên we pîroz be", "Akîto Brîxo semboleke sereke ya Sûriyeyê ye", "Înkarkirina cejnên neteweyî yên pêkhateyên Sûriyeyê berdewamiya polîtîkayên Beasê ye", bilind kirin.

Her wiha beşdaran agirê Nowrozê bi rihê biratî û hevgirtina di navbera gelan de temsîl dike vêxistin û diyar kirin ku her roj ji bo wan rojek Nowroz e. di dawiyê de bi stranên şoreşgerî dîlan gerandin.

(ac)

ANHA