Ukraynayê êrişî mezintirîn rafîneriya petrola Rûsyayê kir

Artêşa Ukraynayê bi dronê êrişî mezintirîn rafîneriya petrolê ya Omsk a Rûsyayê kir.

Ukraynayê êrişî mezintirîn rafîneriya petrola Rûsyayê kir
8 cotmeh, 2026   22:10
NAVENDA NXWÇEYAN

Artêşa Ukraynayê îro ragihand ku wan rafîneriya petrolê ya Omsk ku di kûrahiya Sîbîryayê de ye hedef girtiye. Ew mezintirîn rafîneriya Rûsyayê ye û bi qasî 2,500 kîlometreyan ji Ukraynayê dûr e.

Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li ser medyaya dîjîtal de destnîşan kir ku rafîneriya petrolê ya ku xwediyê wê Gazprom Petrol e û sotemeniyê dide artêşa Rûsyayê hatiye hedefgirtin. Serfermandairyê destnîşan kir ku tesîs berê di Tîrmehê de rastî êrişê hatibû û di havînê de ji xizmetê derket.

Serfermandariya Giştî der barê zirara ku ji êrişa dawî çêbûye de hûrgulî neda, di heman demê de Şaredarê Herêma Omsk Vitaly Khotsenko ragihand ku herêmeke pîşesaziyê ji aliyê dronê ve hatiye lêdan, bêyî ku asta zirarê diyar bike.

Ukrayna êrişên dûr-dronan li dijî armancên leşkerî û her wiha tesîsên enerjî û bazirganî yên li Rûsyayê pêk tîne. Rûsya jî êrişên xwe yên mûşek û hewayî li ser axa Ukraynayê didomîne.

(f)