Îsraîlê derdora gundekî Quneytîrayê topbaran kir

Hêzên Îsraîlê derdora gundê Siwîse yê başûrê Quneytîrayê topbaran kir.

Îsraîlê derdora gundekî Quneytîrayê topbaran kir
8 cotmeh, 2026   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê bi topavêjê derdora gundê Siwîse yê başûrê Quneytîrayê topbaran kir. Di heman demê de tevgerên leşkerî yên Îsraîlê li herêmê didomin.

Der barê ziyanên ji ber topbaranê çêbûne tu agahî nehatin wergirtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku Îsraîlê ji destpêka 2026’an ve nêzî 95 armancên li xaka Sûriyeyê pêk anîne û zêdetirî 13 armanc wêran kirine.

(f)