Partiyên Kobanê banga parastina taybetmendiyên Zanîngeha Kobanê kir

Partiyên siyasî yên li Kobanê bang li Wezareta Xwendina  Bilind kir ku taybetmendiyên Zanîngeha Kobanê biparêze û tevî li mufadeleya sala perwerdeyê ya 2026-2027‘an bike. Partiyan hişyarî da ku her guhertinek di rewşa qanûnî an jî îdarî ya zanîngehê de dibe bibe sedema betalbûna branşên wê an jî veguhestina wan bo derveyî Kobanê.

Partiyên Kobanê banga parastina taybetmendiyên Zanîngeha Kobanê kir
8 cotmeh, 2026   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên partiyên siyasî yên li Kobanê bi daxuyaniyeke hevbeş bang li Wezareta Xwendina Bilind û aliyên têkildar kir ku statûya heyî ya Zanîngeha Kobanê wekî saziyeke perwerdehiyê biparêzin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Wekî rêxistinên partiyên siyasî yên li Kobanê em bi fikareke mezin geşedanên dawîn ên der barê siberoja Zanîngeha Kobanê de, bi taybetî, tevlêkirina hin fakulte, peymangeh û beşên wê di mufadeleya sala perwerdeyê ya 2026-2027‘an, her wiha gotegotin li ser jinûve birêxistinkirina zanîngehê, girêdana wê an jî tevlêkirina wê di nava saziyên xwendina bilind a Sûriyeyê dişopînin.

Zanîngeha Kobanê ne tenê saziyeke perwerdehiyê ye,lê belê di salên borî de bû navendeke girîng a akademîk û civakî, ku perwerdehiya zanîngehê ji xelkê Kobanê, gundewarên wê û deverên derdorê re peyda kir. Zanîngehê bi hezaran xwendekar pêşwazî kirin û nifşên pispor di warên cûrbecûr de mezûn kirin. Di salên dawîn de, zanîngehê li gorî pêdiviyên civakê û armancên xwendekarên xwe  fakulte û branş xwe berfireh kirin.

Li ser vê yekê em diyar dikin ku rêxistina statuya qanûnî û akademîk a zanîngehê divê nebe sedema betalkirina fakulte û beşên wê û nebin sedema veguhestina branşên wê li derveyî Kobanê.

Ji bo vê yekê jî em van bangawaziyan li aliyên têkildar dikin:

-Zanîngeha Kobanê wekî saziyeke zanîngehî li bajêr biparêzin. Tevahî fakulte, peymangeh û beşên tev li mufadeleya sala perwerdeyê ya 2026-2027‘an bikin da ku berdewamiya wê mîsoger bibe, neyê betalkirina wan an jî neyên veguhestina bo derveyî Kobanê.

- Bi taybetî branşên ku ji bo xelkê herêmê pêwîst in, wekî Fakulteya Zanistên Bijîşkî yên Bikaranînî, Fakulteya Endazyariya Çandiniyê, Fakulteya Mafnasiyê, Peymangeha Teknîkî bi şaxên wê, Peymangeha Jimaryarî, Peymangeha Bilind a Ragihandinê û branşên din ên heyî bikin werin parastin.

-Mafê şêniyên Kobanê û gundewarên wê ye ku xwendina zanîngehê li bajarên xwe mîsoger bikin. Xwendekaran neçar neke ku ji bo xwendinê biçin bajarên din û lêçûnên veguhestinê, rûniştinê û jiyanê bidin; ji ber ku ev dikare beşek ji xwendekaran ji mafê domandina xwendina xwe ya bilind bêpar bike. Her wiha, divê ji ber her guhertineke îdarî an qanûnî ya di girêdana zanîngehê de tu mafekî akademîk neyê winda kirin.

-Rêveberiya zanîngehê û kadroyên wê beşdarî nîqaşên der barê siberoja zanîngehê de bikin. Taybetmendiya Zanîngeha Kobanê û rola wê ya akademîk û çandî biparêzin, her wiha mafên xwendekar û kadroyên wê yên perwerdehiyê biparêzin da ku pêşketina hînbûn, lêkolînên zanistî û xizmeta civaka xwecih bidomin.

-Li ser vî bingehê em dibînin ku parastina hemû peymangeh û beşên Zanîngeha Kobanê mafekî perwerdehî û civakî yê gelê herêmê ye. Em bang li Wezareta Xwendina Bilind û saziyên peywendîdar dikin ku biryara xwe ya der barê siberoja zanîngehê de ji nû ve binirxînin, peymangeh û beşên wê wekî saziyeke perwerdehîyê ji bo gelê herêmê biparêzin. Parastina zanîngehê berpirsiyariyeke hevbeş e.

Partiyên ku daxuyanî dane ev in:

Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê

Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Partiya Sûriyeya Pêşerojê

Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî ya Sûrî

Partiya Aştiya Demuoqrat a Kurdistanê

Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (El Partî)

(bb)

ANHA