Ukrayna 501 û Rûsya 31 cenaze wergirtin

 Ukrayna ragihand ku wê cenazeyên 501 leşkeran ji Rûsyayê wergirtine û Moskovê jî cenazeyên 31 leşkeran wergirtin

Ukrayna 501 û Rûsya 31 cenaze wergirtin
16 tîrmeh, 2026   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku wê di çarçoveya pevguhertinan de, cenazeyên 501 kesên di şerê bi Rûsyayê re hatine kuştin, wergirtin.  Rayedaran dane zanîn ku cenaze bi piştgiriya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor hatin wergirtin.

Navenda Girtiyên Şer a Kîêvê jî da zanîn ku lêkolîner û bijîşkên tiba edlî dê ji bo naskirina nasnameyên cenazeyan bixebitin.

Di heman demê de Rûsyayê cenazeyên 31 leşkeran wergirtin.

(bb)